Sarinc û televîzyonê nadin rojnamevanên Kurd

Omer Çelîk jî di nav de 12 rojnamevanên Kurd ji Girtîgeha Tîpa D a ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa F hatibûn kirin. Ebrû Gorken a ku xwişka Omer Çelîk e diyar kir mehek derbas bûye lê hê jî rêveberiya girtîgehê ne televîzyon û ne jî sarinc nedaye girtiyan.

Zilma li ser 16 rojnamevanên Kurd ên hatibûn girtin naqede.

12 rojnamevan di 7’ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 1 û 2’an hatibû kirin. Ebrû Gorken çû serdana birayê xwe Omer Çelîk û diyar kir ligel ku mehek derbas bûye, pêdiviyên rojnamevanan nayê bicihanîn. Gorken diyar kir girtîgehê hê jî sarinc û televîzyon nedaye girtiyan.

Gorken şertên birayê xwe û rojnamevanên din ji ANF’ê re qal kir.

Gorken diyar kir beriya cejnê birayê wê û rojnamevanên Kurd ji Tîpa D’yê sewqî Tîpa F hatine kirin û bal kişand ser vî tiştî ku Girtîgeha Tîpa F hê jî avakirina wê neqediyaye.

Gorken diyar kir 23 roj in girtîgehê televîzyon û sarinc nedaye girtiyan û got “Germahî derdora 41 dereceyan e lê mixabin sarinc hê jî nehatiye peydakirin. Duşema borî dema ku ez çûm serdana Omer wî diyar kir ku hê jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Pirtûk jî bi awayekî periyodîk tê dayîn. Ji ber wê min pirtûk danenî.”

Gorken diyar kir ku piştî ku birayê wê û rojnamevanên din hatine girtin hê jî rewşa bêhiqûqî didome û got “Li Tirkiyeyê bergîdaniya rojnamevaniya mûxalif ev e. Omer cara sisêyan tê girtin û her carê ji ber nasnameya we ya rojnamevaniyê tê darizandin. Lê ew dev ji nivîsandina rastiyan û têkoşîna xwe bernade. Divê bergîdaniya pîşeya wî ne ev e. Peyv tê ser peyvê em dibêjin em li welatekî demokratîk dijîn lê mixabin ev ne wisa ye. Naverok naguhere, feraset wekî berê ye. Ez dixwazim birayê min û hevalên wî werin berdan.”

Rojnamevanên Kurd di 8’ê  Hezîranê de ji aliyê polîsan di serdegirtinên malan de hatibûn girtin û 8 rojan di hucreyên yekkesî de hatibûn hiştin. Piştre ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê hatibûn girtin.