Sarikaya: Encam çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin

'Eger em niha giraniyê bidin ser, em ê karibin dîwarên tecrîda Îmraliyê bi serê Erdogan ve birûxînin. Em ê karibin rejîma mêtinger qirker birûxînin. Em gelekî nêzî vê yekê ne."

Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê siyasetmedar Mûstafa Sarikaya li ser çalakiya xwe ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî.

Sarikaya diyar kir, ew baş zanin bê çi dikin, çi dixwazin û got, "Heta ku daxwaza me bi cih bê anîn, em ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin... Em naxwazên careke din bi tecrîdê û êşkenceya Îmraliyê bijîn. Ev biryareke misoger e. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em naxwazin êdî bi vê şermê bijîn. Em ew mirov in ku li ber xwe dikevin. Şermkirin hesteke herî însanî ye. Ji ber ku em nema dixwazin bi vê şermê bijîn, berdêla xwe çi dibe bila bibe divê em dîwarê tecrîdê hilweşînin. Em bi biryar in û em ê hilweşînin. Bêguman dibe ku berdêla vê jî hebe. Dîroka vê têkoşînê bi berdêlan tijî ye. Di bingeha destketiyên biçûk heta yên mezin de berdêlên gelekî hêja hene. Can, xwîn û keda hevrêyên me yên hêja hene. Em xwedî vê hişmendiyê ne."

Sarikaya diyar kir, demeke dirêj e ku rejîma mêtinger, qirker û faşîst rojeva gelê Kurd anî ziman, bi rêya vê çalakiyê wan xwe ji rojeva faşîst rizgar kirine û li rojeva xwe, li rojeva Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd vegeriyane.

Sarikaya got, "Divê her kes gotin û daxuyaniyên dijmin deynin aliyekî û li rojeva xwe ya azadiyê, li rojeva azadiya Rêber Ocalan vegerin. Eger em karibin vê bikin, serketin wê ya me be. Em niha li vê astê ne. Hêza li dijî me jî di dema herî qels de ye. Lewma dîn û har bûye, êrîş dike. Ji her alî ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber vê yekê Erdogan dike qareqar. Eger em niha bi xurtî giraniyê bidin ser, em ê karibin dîwarê tecrîda Îmraliyê bi serê Erdogan ve birûxînin. Em ê karibin bi serê rejîma mêtinger, qirker ve birûxînin. Em di kêliyeke welê de ne ku gelekî nêzî serketinê ne. Eger em tercîha xwe ji bo têkoşînê bikin, tiştek li pêşiya me nikare bibe asteng. Gelê me di vî warî de xwedî tecrûbe ye, divê xwe bispêre tecrûbeya xwe. Ruhekî mezin ê berxwedanê heye. Eger em xwe bispêrin wî, em ê karibin bi xurtî bi ser bikevin. Divê ev were zanîn."

Di dawiya nivîsa xwe de Sarikaya bi navê çalakgerên li Strasboûrgê bang li gel kir ku bi erka xwe ya demê rabe û got, "Em ji serketinê bawer dikin."