Şaredariya Beyogluyê karkerên sendîkayî ji kar avêt!

Şaredariya Beyoglu, 5 karkerên ewlehiya taybet ên taşeron ku ji bo şert û mercên karê wan bên sererastkirin, bûn endamên Guvenlîk-Îş’ê ji kar derxist.

Şaredariya Beyoglu, 5 karkerên ewlehiya taybet ên taşeron ku ji bo şert û mercên karê wan bên sererastkirin bûn endamên Guvenlîk-Îş’ê ji kar derxist. Yek ji karkerên ku ji kar hat derxistin Kiliç, da zanîn ku rêveberiya şaredariyê karkerên sendîkayê tehdîd dike. 

Rêveberiya Şaredariya Beyoglu ku li ser konstrusiyonên qaçax ên kirine, keyfa xwe dimeşîne, 5 karkerên ku ji bo şert û mercên wan bên başkirin bûn endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin.

HEQDESTÊ ME NAYÊN DAYÎN

Yek ji karkeran Atakan Kiliç yê 33 salî  ev 12 sal bû di avahiya xizmeta pêvek a şaredariya Beyogluyê de dixebitî. Kiliç wiha got: “Em girêdayî şîrketa taşerona Ewlehiya Akdenîzê bûn. Em du rojan bi şev du rojan bi roj û du rojan jî bi destûr yanî rojane 12 saet dixebitîn. Pereyê mesayiya me ya zêde nedihat dayîn. Her meh meaş û pereyê me yê cejnê kêm dihat dayîn. Min û  4 hevalên xwe di Adara 2015’an de biryar da ku bibin endamên Sendîkaya Guvenlîk-Îş ya Turk-Îş’ê.”

EM TEHDÎD KIRIN

Kiliç got ku di nava mehekê de 67 xebatkarên ewlehiya taybet beşdarî sendîkayê kirine û got: “Şaredariyê ev hîn kir û tehdîd û zext li me kirin. Hinek hevalên me hatin sirgûnkirin. Hinek heval cihên nobeta wan hat guhertin. Ji bo me jî hinek qedexe anîn. Dema xebatkarekî ewlehiyê bi xebatkarekî din re diaxivî, ceza lê dibirîn. Der barê wan de girtek digirtin. Me nekarî di jiyana sîvîl de jî bên cem hev. Yên bihatana cem hev, midûr gazî odeya xwe dikir. Herî dawî bi talîmata Alîkarên Şaredariyê Erol Okten, Yasîn Balci, Mursel Torun, hevalên me yên sendîkayî yek bi yek gazî kirin. Hevalên me ji ber van tehdîdan ji sendîkayê îstîfa kirin. Ez û 4 hevalê xwe li dijî vê derketin û em hefteya bihurî ji kar hatin derxistin.

Piştî em ji kar derketin em bi dehan carî li şaredar Ahmet Mîsbah Demîrcan geriyan. Me randevu xwest. Lê em muxatab negirtin. Me li dijî vê pêkanîna keyfî serlêdana sûc kir. Me li Dadgeha Kar a14. a Stenbolê doz vekir. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”