Sancar: Ji bo rêya sêyemîn em ê destpêkê vê desthilatdariyê têk bibin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wiha got: “Ji vekirina pêşiya Rêya Sêyemîn, em ê destpêkê vê desthilatdariyê têk bibin. Wê zilmkar têk biçin, Partiya Çep a Kesk wê bi ser bikeve.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî û rojevên heyî nirxand. Sancar, da zanîn ku êdî desthilatdariya AKP’ê ber bi dawiyê ve tê. 

Sancar bi hêviya ku Meha Remezanê bibe wesîleya bereket, edalet û aştiyê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Birçîtî, xizanî û hejarî roj bi roj zêdetir dibe. Sifreyên fitareyê li gorî salên berê pir zehmettir tên danîn. Me di rewşeke wiha de dest bi Meha Remezanê kir. Lê hindik maye hevalên hêja; ji bo xelasiya ji vê desthilatdariyê gel terkî xizanî û hejariyê kiriye hindik maye. Em di erefeya vê veguherînê de ne. Demekî nêz maye ku em welatekî mafên gelê me yê kedkar û sifreya wan mezintir dibe, ava bikin. Êdî hindik roj mane ku em dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin.

TIFAQA TARÎ RAWESTÎNIN

Bloka îktîdarê ji bo domandina hebûna xwe serî li her rêbazê dide. Di dîroka me de tu carî tifaqeke wiha tarî û talûke nehatiye avakirin. Yekitiya hemû hêzên demokrasiyê ya li dijî vê tifaqa tarî û xetere ji her carê bêhtir girîng e. Divê tu kes xwe ji vê berpirsyartiyê nede paş. Ji bo pêşîlêgirtina vê tifaqa tarî û talûke êdî dem hatiye ku em têkoşîneke hevpar bidin û îradeyeke hevpar nîşan bidin. Yên di serdemeke wiha dîrokî de xeletiyan dikin, wê wijdana gel wan efû neke. Em li berpirsyartiya xwe radibin û bi biryar in ku pêşî li ber tifaqa tarî û xetere bigirin.

Em ê di 30’ê Adarê de Beyannameya Hilbijartinê ragihînin. Hilbijartin êdî nêz bûne û em jî amadekariyên xwe bi kelecaneke mezin dimeşînin. Me hemû derfetên partiya xwe seferber kirine. Li rexekî serlêdanên bernamzetan û li rexa din jî danezana me ya hilbijartinê ber bi qedînê ve ye. Em ê di 30’ê Adarê de bi hevdîtineke mezin vê danezanê ragihînin. Wê ev danezana me bibe bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê. Wê bibe bernameya rojên ronî, azadiya gelên me, aştî û edaletê. Wê bibe manîfestoya serdem û jiyana nû. Em ê tevî kadroyên xwe mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe, semt bi semt, febrîqe bi febrîqe û zevî bi zevî bigerin. Em ê bi tevahiya mirovên xwe re yekser peywendiyan deynin û bayê veguherînê bigihînin her devera Tirkiyeyê.

HDP’Ê PÊLEKE MEZIN A GUHERÎNÊ AVA KIR

HDP’ê li welêt rê li ber pêleke mezin a guherînê vekir. Ji gelek derdorên cuda bo namzetiya partiya me eleqeyeke mezin heye. Em bi vê serfbilind in. Eleqeya bo HDP’ê roj bi roj zêdetir dibe û ev yek jî nîşan dide ku HDP bûye hêvî. Hewl didin bi rêya kompas û dozan pêşî li ber HDP’ê bigirin. Em dizanin ku wê serî li hemû lîstikan bidin lê em ê tevan jî pûç bikin. Me tevahiya xefikên wan texmîn kirin û pûç kir. Me hemû tevdîrên xwe girtine û wê bêyî xetereyek hebe bikevin hilbijartinê.

RÊYA SÊYEMÎN

Em ê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Me soz dabû gelên xwe ku em ê wan bê alternatîf nehêlin. Di hilbijartineke wiha dîrokî de me nexwest xetereyek çêbibe. Diviya bû me ev hêza guherîn û veguherînê veguhesta parlamentoyê. Dema doza girtinê didomiya me serlêdan kir. Me bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn fêm kir bê ka armanc çi ye. Me ev xefik û xetere tev dîtin lewma me biryar da ku bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinan. Em ê dersa herî mezin li ser sindoqê bidin desthilatdariyê. Êdî em hîn bûn ku hemû hîle û lîstikên wan pûç bikin. Bila ev jî bo wan bibe derd. Di 14’ê Gulanê de navnîşana me diyar e. Hevalên hêja; rêya me Rêya Sêyemîn e. Navnîşan û rêya guherînê Partiya Çep a Kesk e. Em di wê baweriyê de ne ku wê di 14’ê Gulanê de rengê sindoqan bikin kesk.

Tifaqa Ked û Azadiyê me biryar da ku di hilbijartina serokkomariyê de namzet dernexînin. Weke ku me berê jî anî ziman, Belgeya Helwestê ya di 27’ê Îlona 2021’an de bo me weke Stêrka Qurixê ye. Me her carê ku di çarçoveya vê stêrkê de em li gel guftûgo û mutabeqetan e. Israra me ya di vê helwestê de didome. Di demekê em ber bi sedsala duyemîn a komarê ve diçin de stratejiya me ya esasî ew e ku demokrasiyeke xurt û aştiyeke mezin bînin Tirkiyeyê, pêvajoya destûra bingehîn a li ser esasên peymana civakî, hemwelatiya wekhev, aştî, azadî û edaletê li ser vê xakê mayînde bikin. Îfadeya şênber a vê hedefa me ya stratejîk jî têkbirina desthilatdarî û guherandina pergalê ye.

Çi derkeve pêşiya me jî em ê bi israr ber bi vê armanca xwe ve bimeşin. Ji ber ku me soz daye gelê xwe. Navnîşana her kesê ku li dijî pergala talanê, polîtîkayên şer, kedxwarî û cihêkariyê, em in. Armanca me ne statûko ne jî restorasyon e. Armanca me guherandina vê pergalê ye ku her tim krîzan diafirîne. Ji bo bikarin pêşî li ber Rêya Sêyemîn vekin em ê vê desthilatdariyê têk bibin û yekitiya mezin a ku wê vê pergalê biguherîne ava bikin.

Di serî de pirsgirêka Kurd ku ji her alî vê pêşiya Tirkiyeyê digire, em ê hemû pirsgirêka bi rêya guftûgoyê çareser bikin. Hewcehî bi feraseteke nû heye ku li çareseriyê digere û çandeke siyasî û zimaneke nû heye. Red û înkarê sed sal bi vî welatî dan windakirin. Em ê ne bi ferasetên xwe dubare dikin lê bi feraseke nû bikevin sedsala duyemîn ku çareseriyê pêş dixe. Ev yek jî bi feraseteke siyasî ya nû pêkan e. Dirûşma me ev e; ne red û înkar lê naskirin û çareserî, ne zext û zilm lê tevlêbûn, azadî û wekheviyê dixwazin. Em demokrasiyeke bi hêz dixwazin. Armanca me avakirina komareke demokratîk e.  Em bi israr dibêjin ku rêya çareserkirina pirsgirêkan di siyaseta demokratîk de ye. Lewma em hilbijartina parlamentoyê pir girîng dibînin.

ROJÊN RONÎ WÊ BI ME RE BÊN

An em ê tariyê hilbijêrin an jî rojên ronî. Wê rojên ronî bi me re bên. Lewma her deng pir girîng e. Wê bibin temînata pêşeroja me. Em dibêjin ku li dijî zilmê, wêraniyê, talanê, kedxwariyê li vê derê ne û em ê bi hev re biguherînin. Ji bo parastina mafên kedkaran, ji bo têkoşîna jinan em li vê derê ne û em ê bi hev re biguherînin. Em ê bi zaliman bidin windakirin û wê kesên mazlûm bi ser kevin. Wê Partiy Çep a Kesk bi ser keve, wê tifaqa me bi hev re bi ser bikeve û hemû gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin.”