Sancar: Ev biryar wê biçin ser sergoya dîrokê!

Wekîlê HDP’ê Sancar diyar kir ku ew biryara li ser Yuksekdag nas nakin. Sancar got, ‘êrîşa bi ser têkoşîna jinê de, tê maneya ku dawiya wan bi lez tê. Ên ku êrîş bi ser jinan de birine çûne ser sergoya dîrokê’’

Wekîlên HDP’’ê Alî Atalan ,Bedîa Ozgokçe Ertan, Dîlek Ocalan, Erdal Ataş, Erol Dora, Huda Kaya, Mehmet Alî Aslan, Mîthat Sancar, Muslum Dogan, Saadet Becerîklî li  Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û gotin ew ê biryara betalkirina endamtiya partiyê ya li ser Yuksekdag nas nakin.

Li ser navê wekîlan Mîthat Sancar axivî, got, ‘’Yuksekdag hevseroka me ye ‘ û got operasyona bi ser HDP’ê de operasyoneke siyasî ye û di navendê de Serokkomar heye. Sancar diyar kir ku ne tesadûfek e ku bi taybetî Yuksekdag tê hedefkirin.

‘PARÇEYEK JI DARBEYA SIYASÎ YE’

Sancar wiha got, ‘’Beriya niha jî biryara mehkûmbûnê ya Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdag hincet hate nîşandan û wekîltiya wê hate betalkirin. Ev tişt 21’ê Sibatê çêbû û bi temamî nehiqûqî bû. Ev sosretî nîşan didin kul i holê ti rewşeke ku bi hiqûqê were vegotin nîn e û ev hemû parçeyek ji operasyona siyasî ne, parçeye ji darbeya siyasî ye.

Ji ber ku kitekitên hiqûqî jî hêla siyasî ya operasyonê nîşan didin girîng e. Ango mesele meseleyeke siyasî ye. Tiştên ku dibin qonaxeke krîtîk a darbeya siyasî pêk tînin.’’

Sancar bi berdewamî got duh ji Serdozgeriya Daraza Bilind nivîsek hatiye û ev nivîs têkildarî betalkirina endamtî û hevseroktiya Yuksekdag. Sancar diyar kir ku ti rayayeke bi vî rengî ya Serdozgeriya Komarê ya Daraza Bilind nîn e.

‘PÊNGAVA TINEKIRINA HDP’Ê

Yuksekdag ne tenê hevserokek e. Sîmgeyek e ku fikra HDP’ê berbiçav kiriye. Yek ji pêkhateya herî xurt, hêmana herî girîng e. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin ku bi taybetî Yuksekdag kirine hedef. Hedefkirina Yuksekdag weke armanca tinekirina fikra HDP’ê ye. Hedefkirina Yuksekdag nîşan niyeteke taybet e.

‘ÊRÎŞ ME XURT DIKIN’

Sancar diyar kir ku HDP li gel hemû êrîşan jî li ber xwe dide, hemû cihêtiyên di nav HDP’ê de ji wan re bûne kana sereke. Sancar bi berdewamî, ‘Em bi rengê xwe bûne em. Desthilatdariyê xwestiye ku vê yekîtiyê bihejijîne. Li gel ku hevserok, wekîl, endam avêtin zindanan jî yekîtiya HDP’ê nehejijî. Berovajî vê, em xurtir bûn.

Yuksekdag ne ji hêla desthilatdariyê ve hatiye erkdarkirin, bi vîna gel hatiye hilbijartin. Ji gel pê ve ti kesek nikare wekîltiya wê ji dest bistîne. Betalkirina endamtiya partiyê û hevseroktiyê jî desteserkirina vîna gel e. Yuksekdag wekîla me ye, hevseroka me ye.’’

‘ÊN KU ÊRÎŞ BIRINE SER JINÊ ÇÛNE SER SERGOYA DÎROKÊ’

Sancar bal kişande ser wê ku ev biryar di 8’ê Adarê de hatiye dayin û ev ne tesadûfiyek e û wiha got: ‘’Yuksekdag yek ji navê girîng ê têkoşîna jinê ye. Ev êrîş di heman demê de êrîşa dijî têkoşîna jinê ye. Kirina herî bibandor a desthilatdariyê ev e. Êrîşa bi ser têkoşîna jinê de, tê wê maneyê ku dawiya wan bilez tê. Ên ku êrîş bi ser jinan de birine, çûne ser sergoya dîrokê.’’

‘EM NAS NAKIN’

Sancar herî dawî ku ev operasyona bi fermana serokkomarê Tirk Erdogan ve têne birêvebirin û got, ‘’Em dubare dikin, Fîgen Yuksekdag wekîla me, Hevseroka me ye. Ti rewabûna vê biryarê nîn e. Em naçin kongreyê û hevserokeke dî hilnabijêrin, ti rojeveke me ya wiha nîn e.’’