Sancar: Em ê HDP'ê nedin girtin!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar nerazîbûn nîşan da ku îdîanameya li dijî partiya wan ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye qebûlkirin û got, "Dozgerê vê dozê desthilatdarî ye, parêzer jî gel e. Em ê HDP'ê nedin girtin!"

Dema ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar li ser qebûlkirina îdîanameya ji bo girtina HDP'ê da, Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê di civînê de bû. Biryar li civîna desteyê hate nirxandin. Piştre jî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel endamên rêveberiyê derketin pêşberî çapemeniyê. Mîthat Sancar daxuyanî da.

Mîthat Sancar diyar kir ku dozgerê vê dozê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind nîne û got, "Me gelek caran got; yê ku îdîanameya vê dozê amade kir, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind nîne. Ev îdîaname li Navenda Giştî ya MHP'ê hate amadekirin, li yekîneyên hiqûqê yên Qesrê ve hate temamkirin û radestî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kir. Divê her kes bibîne ku dozgerê vê dozê desthilatdarî bi xwe ye.

Parêzerên vê dozê jî wê hebin. Ji bo parastina vê dozê wê dozger bên wezîfedarkirin. Hiqûqnasên me, em ê di vê dozê de parastina herî xurt bikin. Lê belê bila her kes vê bibîne ku dozgerê vê dozê desthilatdar e û parêzer jî gel bi xwe ye. Di vê dozê de em ê HDP'ê heta dawiyê biparêzin."

Mîthat Sancar destnîşan kir ku wê vê dozê pûç bikin, biryardariya wan xurt e û got, "Em ê ti carî destûrê nedin ku têkoşîna siyaseta demokratîk bê lawazkirin. Berevajî, ev doz wê biryardariya me ya li siyaseta demokratîk û têkoşînê mezintir bike. Ji dema ku doz hate destpêkirin û pê ve di çalakiyên 8'ê Adarê û pîrozbahiyên Newrozê de gelê me nîşan da ku wê vê parêzeriyê çawa xurt pêk bîne.

Ji niha û pê ve li ser zemîna siyaseta demokratîk em ê mafên xwe yên rewa bi kar bînin, partiya xwe, gelê xwe û îradeya gelên xwe biparêzin. Em ê HDP'ê nedin girtin! Hêza me heye ku HDP'ê mezin bikin û bi vî rengî rêwîtiya xwe dewam bikin. Bawerî û biryardariya me xurt e.

Biryara ku di vê dozê de bê dayin wê ne tenê têkildarî HDP'ê be. Biryara di vê dozê de were dayin, destpêkê wê hukmekî Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî xwe de be. Eger biryara girtina HDP'ê bide, wê Dadgeha Destûra Bingehîn biryara girtina xwe bide. Li nava wijdanê gel û li nava raya giştî ya demokratîk a cîhanê, Dadgeha Destûra Bingehîn wê mehkûm bibe.

Lê belê mesele ne tenê ev e. Eger Dadgeha Destûra Bingehîn biryara girtinê bide, hingî wê nîşan bide ku serî li ber şantaj, gef û planên kaosê tewandiye. Eger biryareke berevajî bide hingî wê paşeroja demokrasiyê, aştiya civakî ya li Tirkiyeyê diyar bike. Lê belê di vir de berpirsyariya esasî dikeve ser milê me. Em gelê Kurd, nûnerên gelan ên têkoşîna hevpar dimeşînin, hêzên demokrasiyê û raya giştî ya demokratîk a cîhanê xwedî wezîfe û berpirsyariyê ne.

Em bi biryar in, ku heta dawiyê HDP'ê biparêzin. Bila kes jê gumanan neke, em ê HDP'ê biparêzin. HDP fikrekî gelekî xurt e ku paşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye. HDP ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn fikrê temînata jiyana bi hev re ya demokratîk e. Yên ku ji wan heye bi biryareke dadgehê, bi pêvajoyeke dozê dikarin dawî li vê biryardariyê bînin, xwe dixapînin."