Sancar: Divê em yekîtiya li dijî şer ava bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li Hetayê hevdîtin bi saziyên civakî yên sivîl re kirin, îşaret bi wê yekê kir ku polîtîkayên şer û yên mêtinkariyê têkel in û wiha got: “Lewma tişta ewil bê kirin, avakirina yekîtiyeke xurt a li dijî şer e.“

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, bi dirûşmeya “Çareserî em in, na ji şer û mêtingeriyê re“ bi rêxistinên sivîl ên civakî (STO) û bi nûnerên partiyên siyasî re li oteleke li navçeya Antakya ya Hatayê hat gel hev.

Sancar ê li vir axivî, nirxandina pêvajoya siyasî kir. Sancar bi lêv kir ku divê mirov pêşî guhdariya rêxistinên kedê û yên pîşeyî û hemû beşên civakê bike û bi hev re bimeşin û anî ziman ku heke sedemên têkçûyîna aboriyê baş pênase nekin wê di dîtina çareseriyê de zehmetiyê bikişînin.

‘PÊDIVÎ BI YEKITIYÊ HEYE‘

Sancar diyar kir ku di bingeha pergalê de ji xwe bêedaletî û metîngeriya kedê hene û derbirî ku çavkaniyên welêt li çend sermayedaran û alîgirên wan û ji şer re hatiye veqetandin û gel her ku diçe xizan dibe. Sancar da zanîn ku birçîbûyîn her ku diçe belav dibe, ji wê boneyê divê destpêkê pergala rantê, polîtîkayên şer bên rawestandin û pêdivî bi yekitiyê heye.

Sancar bal kişand li ser polîtîkayên şer ên desthilatê û wiha pê de çû: “Sedema krîza aboriyê yê herî giring, veqetandina çavkaniyan ji bo polîtîkayên ewlehiyê ye. Gelek sedemên ku em li ber şer rabin hene. Armanca me ya sereke rawestandina talan û mêtîngeriyê ye. Polîtîkayên şer û mêtîngeriyê têkel in. Ji wê boneyê tiştê ewilî bê kirin, rabûyîna li ber şer bi awayekî xurt e.

‘PÊKANÎNA AŞTIYÊ‘

Werankirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê pir mezin e. Elbet tişta herî mezin, jidestdayîna jiyana xwe ya mirovan e, Ev şer, sedema êş û hêsirên çavan e. Em dixwazin şer bi dawî bibe, yek ji armancên me girîngtirîn jî pêkanîna aştiyê li herêmê ye. Em ê li vî welatî aştiyeke rast û mayînde ava bikin. Heta ku di nava gelan de wekhevî, ji vîna gelan re rêzgirtin nebe, avakirina aştiyê jî ne pêkan e. 

LI DIJÎ KURDAN DESTWERDANÊN LEŞKERÎ YÊN NÛ

Desthilata niha peyamên ji bo diyalogê dide hikûmeta Sûriyeyê, weke ku rastî jî alîgira çareseriyê ye. Divê diyalog û gotûbêjan ji bo hin şerên din wek amûr bi kar neînin. Ji ber wê yekê em dibêjin armanca gera desthilatê ya ji Tahranê heta bi Soçiyê ne pêkanîna diyalog û çareseriyekê ya li Sûriyeyê ye, ji bo êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike destûrê dixwaze. Divê em hay ji destwerdana leşkerî ya nû li dijî Kurdan hebin. Ev şer, wê li herêmê bibe sedem êşên nû û pirsgirêkan kûrtir bike. Nêrînên me yên di vê mijarê de zelal in lê divê rêbazên wê em li vir û li bajarên bi we re nîqaş bikin û wisa pêk bînin. Ne hewce ye ez qala taybetmendiyên Antakyayê bikim, em dikarin yekitiyekê ava bikin. Em ji vê bawer in. Hêzeke ku vê yekê hemû Tirkiyeyê belav bike heye. Bi tenê bila alternatîfên rast derbikevin holê. Hêza bingehîn ku vê deshilatê bişîne, alternatîfa rast e. Ev alternatif jî encax bi tifaqek û yekitiyeke berfireh pêkan e.”

Piştî axaftina sançar, civîn bêyî çapemeniyê dewam kir. Bernameya Sancar a bi 2 rojan a Hatayê jî bi vê civînê re bi dawî bû.