Sancar: Divê em serkeftinê bikin armanc!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got ji bo ku bi desthilata AKP-MHP'ê bidin windakirin divê her kes serkeftinê ji bo xwe bike armanc.

Heverokên bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi kampanya bi navê ''Em HDP'yî ne, li derê ne'', ji bo ku geşedanên siyasî binirxînin û nexşerêya nû gotebêj bikin bi seroktiya Hevserok Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li Enqerê li otêlekê civiyan. Sancar destpêka civînê axivî û got, ''Li her deverê em bi her derdorê re xebitîn. Me hewl da heqê dirûşmeya, 'Em HDP'yî ne, li her deverê ne'' bidin. Me xebateke serkeftî kir. Barê herî giran ê vê xebatê we xwe da ber.''

Sancar bi berdewamî di axaftina de got, ''Zemîna me ya sereke gel e û ji bo ku em bi gelê xwe re nîqaş bikin, bi gelê xwe bişêwirin, fikir û pêşniyazên wan bistînin em bi rê ketin. Me dît ku gelê me li gel hemû zextên giran jî bi biryardarî li HDP'ê xwedî derdikeve. Moralê xweş geş e, biryardarî temam e. Ev jî kana herî xurt a hêza me ya siyasî, îdeala me ya guhartinê û meşa me ya ber bi armancan ve ye.''

Hevserokê HDP'ê Sancar her wiha got, ''Niha dema wê ye ku em zêdetir bixebitin, bi rengekî xurtir bimeşin.''

Sancar diyar kir li pêş wan pirsgirêkên sereke hene û got, ''Di serê van de meseleya Kurd heye. Di meseleya Kurdan de çareseriya demokraîk hebûna HDP'ê ye. Di meseleya Kurdan de çareseriya demokratîk bi çareseriya hejariyê ya jinan û ciwanan re bûye yek.''

Sancar derheqê helwesta HDP'ê ya li ser hilbijartinê diyar kir her kes meraq dike bê ka helwesta HDP'ê wê çi be, got ew ê ji niha û pê de bi saziyên xwe yên din re bicivin, wê Meclîsa Partiyê, Meclîsa Jinan, Lijneya Rêveberiya Navendî, Lijneya Meclîsê re bicivin, şêwra xwe bikin û biryardariya xwe diyar bikin û nêzîkatiya xwe bi deklarasyonekê aşkere bikin. Sancar got, ''Em ê deklarasyona xwe ku nexşerêya me diyar bike meha Îlonê temam bikin û bi gelê xwe re par ve bikin. Helbet hilbijartin girîng in. Ne tenê em, her kes hay jê heye ku HDP ji hêla siyasî ve hêzeke kilîd e. Bi ya me ev hilbijartin derfetek e ku em bi welêt, gelên welêt û civakê bidin serxistin.

Belê, armanca me ya ku em bi desthilatê bidin windakirin didome. Êdî divê her kes bi rengekî aşkere ne ku tenê bi wan bide windakirin, serkeftinê jî li ber xwe deyne. Di vê hilbijartinê de em ê rêyên ku bi tevahiya welêt, civakê û gelan bide serxistin ava bikin.''

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar got, ''HDP ji bo rêveberiya gelparêz hazir e ku xwe bide ber her berpirsyariyê. Em hilbijartin ji bo vê derfeteke mezin e.

Em di vê serdema nû de dixwazin bibin hevparê rêveberiya Tirkiyê û destpêka nû wiha bikin. Em hazir in di serî de ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyê bibin parçeyê aqilê nû yê damezirandêr ê Tirkiyê. Bêguman em ê vê pêk bînin. Bi deklarasyona ku meha Îlonê em ê par ve bikin, em ê niqteyê li polemîkên siyasî yên gotegot deynin. Ji bo destpêka nû aştî bivenevê ye, demokrasî bivênevê ye, dadmendî bivênevê ye. Em ê nêzîkatiya xwe ya têkilî vê li ber her kesî deynin. Em ê bang li wan aktoran bikin ku di çareserkirina pirsgirêkan de bibin xwedî rol.''