Sancar: Îtîraz têr nake divê em ava jî bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’Ê Mîthat Sancar got, “Em îtîrazî xerabiyê dikin lê divê em başiyê jî ava bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’Ê Mîthat Sancar got, “Em îtîrazî xerabiyê dikin lê divê em başiyê jî ava bikin.”
Xebat û çalakiyên HDP'ê yên ji bo demokrasiyê didomin. Di çarçoveya "Meşa Demokrasiyê" ya "Em bi hev re di demokrasiyê de bibin yek" de HDP'ê li Hatayê civîna bawerî û gelan li dar xist.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Endamên Navenda Giştî ye ESP'ê Çiçek Otlu û Osman Kara û nûnerên rêxistinên Elewî û Ereban li Hatayê beşdarî "Hevdîtina Gelan û Baweriyan" bûn. Dîsa endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û parlamenterê Serbixwe Cihangir Îslam jî amade bû. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari axaftina destpêkê kir û xêrhatin kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî ji ber tevlêbûna zêde kêfxweşiya xwe anî ziman. Sancar anî ziman ku Belgeya wan a Helwestê banga hemû kesên alîgirê demokrasiyê ye û wiha got: "Divê her kes li cih û warê xwe li dijî neheqî û bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin û bibin bersîva vê bangê. Armanca meşa me em îtîraza xwe bînin ziman û bi gel re parve bikin. Meşa me dengekî pir mezin derxist. Ev dengê îtîrazê ye. Ev îtîraza li dijî zilmê, li dijî şer û li dijî polîtikayên înkar û îmhayê ye. Bêdengî ne çareserî ye. Armanca hevdîtinê em vê îtîraza xwe û dengê xwe bilind bikin. Li dijî xerabî û tundiyê em dengê xwe bêtir bilind bikin. Armanca me em meşa hevpar bêtir mezin bikin û hinek din bimeşin."
'DIVÊ HEMÛ BAWERÎ BIBIN YEK Û DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Sancar, bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn belav dibe û wiha lê zêde kir: "Şer ne tenê li Sûriyeyê heye. Li hemû herêmê şer belav bûye. Eger em hemû bi hevre ji bo aştiyê neyên cem hev û nebin yek ev polîtîkayên şer dê bi deh hezaran mirovên din bikuje. Divê bi lez em em hêza aştiyê ava bikin. Bi lez pêdivî bi Hêz û Tevgera Hevpar a Aştiya Rojhilata Navîn heye. Aştî ne tenê pirsgirêka axekê ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêkek mezin a aştiyê heye. Li vî welatî çareseriya pirsgirêka Kurd a bi aştî û demokrasiyê şert e. Îro pêdiviya me bi Tevgera Aştiya Rojhilata Navîn heye. Li Sûriyeyê di şerê navxweyî de herî zêde DAIŞ'ê talan û wêran kir. Li dijî zilmê serhildan heye. Li dijî zilmê îtiraz heye. Divê dengê me li hemû cîhanê belav bibe. Divê em hemû bawerî û ol bibin yek û dengê we bilind bikin.
Piştî axaftina Sancar bernameya civînê ji çapemeniyê re girtî domîya.