Salvegera Şoreşa Rojava li Hambûrgê hat pîrozkirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, salvegear Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, salvegear Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî li Salona Dawetê ya Hît Hoûse pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Li û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê û cîhanê nûnerê PYD'ê Cîhan Fettah axivî.
Fettah da xuyakirin, ku destketiyên şoreşê ne tenê ji bo gelê Kurd e, cewhera şoreşê mizgîniya rizgariyê ye ji bo hemû gelên li herêmê.
Piştî axaftina Fettah hunermend Xemgîn Bîrhat, Narîn Şêxê, Demhat, Siyamend Efrînî, Koma Ronahî, Bengîn Efrînî û Zendîn Silêman derketin ser dikê.
Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.