Salvegera damezrandina PKK'ê li Lînzê hate pîrozkirin

Salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Lînzê yê Awûstûryayê hate pîrozkirin.

Ji gelek bajarên herêma Awûstûrya Jorîn gelek kes tevlî pîrozbahiya li bajarê Lînzê bûn.

Siyasetmedar Nûrsel Aydogan di şevê de axivî û ragihand, ku Kurdan li Rojava serketinên mezin bi dest xistin û got, "Xwerêveberî ragihandin. Hêz û serketina Kurdan ji aliyê dinyayê ve hate dîtin. Lê belê niha her kes kiryarên Tirkiyeyê dibîne. Ji bo serketina Kurdan asteng bike çi jê tê dike. Êrişên li dijî Rojava, desteserkirina şaredariyên Kurdan ji bo em dest ji her tiştî berdin tên kirin.

Lê belê mîna ku Che Gûevera got, yên li ber xwe didin û dest jê bernadin dikarin di têkoşînê de bi ser bikevin. Em ê li ber xwe bidin û ti carî dest jê bernedin."

Di şevê de piştî sînevîzyonê Hozan Farqîn Azad, Çetîn Oraner, Dilo Dogan û koma Dem û Koma Zarokên Amara derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.