Salvegera damezrandina PKK'ê li Galler û Osloyê hate pîrozkirin

Li New port a Gallerê û li paytexta Norwêc Osloyê, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin û grevên birçîbûnê hatin silavkirin.

Li bajarê Newport ê Gallerê ya ser bi Qraliyeta Yekbûyî, salvegera 40'î ya damerandina PKK'ê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Hozan Kawa, Alî Sîzer û Hozan Sosin tevlî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal li şahiyê axivî û Leyla Guven a li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye silav kir. Akbal xwest, tecrîd tavilê biqede.

Nûnerên partiyên siyasî yên Gallerê jî bal kişandin ser girîngiya projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn.

OSLO

Salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Norwêc Osloyê jî hate pîrozkirin.

Beytocan, Bengîn Agirî, Ergîn Xelîkan û Welat Kobanê li pîrozbahiyê derketin ser dikê.

Piştî ku li ser 40 salên PKK'ê sînevîzyon hate nîşandan, siyasetmedarê Kurd Celalettîn Delîbaş axivî û işaret bi girîngî û wateya rojê kir.

Delîbaş li ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê jî got, "Kê komploya navneteweyî pêk anîbe, li pişt tecrîdê jî heman hêz heye."

Delîbaş biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê şermezar kir.

Di pîrozbahiyê de ji bo Heyva Sor alîkarî hate komkirin.

Her wiha li ser greva birçîbûnê ku wê îro li dijî tecrîdê dest pê bike agahî hatin dayin.