Salvegera damezrandina PKK'ê li Erîvanê hate pîrozkirin
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li paytexta Ermenîstan Erîvanê hate pîrozkirin.
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li paytexta Ermenîstan Erîvanê hate pîrozkirin.
Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Kurdistanê ve hate organîzekirin û li Mala Kêmneteweyan a Ermenîstanê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Endamê rêveberiya Komîteya Kurdistanê Mahsûm Hasan li ser wateya rojê axivî û salvegera 40'î li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û gelê Kurd pîroz kir.
Hasan şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî û bi bîr xist ku PKK partiyeke şehîdan e.
Hasan diyar kir, PKK ruhê berxwedan û serketinê ye û got, "Eger PKK'ê xwe li Sowyetan û Ermenîstanê bi rêxistin nekiribûya, gelê me yê li vê derê wê biheliya. Eger em îro li vir bi hev re ne, ev yek bi saya ruhê PKK'ê ye."
Serokê Yekîtiya Kurdistanê û endamê Parlamenta Ermenîstanê Kinyas Hesenov jî salvegera damezrandina PKK'êp îroz kir û got, "PKK sedema hebûna Kurdan e. Kurd bi hebûna PKK'ê bextewar in."
Seroka Komîteya Kurdistanê Jinika Qadir jî got, "Ji ber ku PKK'yî me ez serbilind im. Hêza kesî têrê nake ku me ji vê tevgerê dûr bixîne."
Endamê Komîteya Kurdistanê yê Herêma Oktoberyanê Milo Kalaşyan jî got, "Rêber Apo tevgereke însanî ava kir. Kes nikare pêşengên vê tevgerê ji gel qut bike. PKK gel e, tevgereke mezin a gel e."
Endamê Komîteya Kurdistanê ya Herêma Elegezê Yorîk Davoyan diyar kir ku PKK ne tenê li dijî dewleta Tirk, her wiha li dijî hêzên emperyalîst ên li cîhanê şer dike û got, "PKK bi hêza ji bîrdoziya xwe werdigire li ser piyan e. PKK partiya gelan e, lewma têk naçe."
Alimê olî Şêx Tahir jî got, "PKK'ê hêz da Kurdan ku xwe îfade bikin."
Endamê damezrîner ê Meclîsa Şengalê Sîlo Dîrboyan got, "Îdeolojiya PKK'ê îdeolojiya herî rast e ji bo gelan."
Di pîrozbahiyê de dengbêj Hemîdê Mecîd, Eşo Nadoyan, Omer Cangoyan û hunermendên Ermenî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" qediya.