Salvegera 40’emîn a PKK’ê li Rûsyayê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên ku li Rûsyayê dijîn, salvegera 40’emîn a PKK’ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên ku li Erşov û Mîçûrînksê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, bi çalakiyan salvegera 40’emîn a PKK’ê pîroz kirin. Di çalakiyan de biryara DYE’yê ya li ser sê pêşengên PKK’ê jî hate protestokirin.

ERŞOV

Li navçeya Erşovê ya Saratovê ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd salvegera PKK’ê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Cewad Merwanî, Nesrîn Mûhammed, Kamûran Gasonov, Ehmed Bakî û Dengbêj Kotê derketin ser dikê.

MÎÇÛRÎNSK

Li navçeya Mîçûrînskê ya Tambovê salvegera 40’emîn a PKK’ê hate pîrozkirin.

Di çalakiya pîrozkirinê de siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî û got ku, “PKK hêviya azadiyê ya gelan û formula jiyanê ye. Ji bo têkbirina PKK’ê dîsa hin hêzên navneteweyî bi komployan ketine dewrê. PKK tevgereke gelan e. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe xwedî li vê tevgerê derketiye û di mezinbûna wê de roleke sereke pêk aniye. Li cihê ku PKK lê heye, azadî hêşîn dibe û rengê azadiyê her dem PKK ye.”

Di çalakiya pîrozkirinê de Cewad Merwanî, Nesrîn Mûhammed, Ahmed Ahmedov, Denîz Cavoyan, Bazo Mamedov, Cemalê Selîm û koroya zarokan derketin ser dikê.