Salih Muslim: Em ê Şengal ji nû ve ava bikin
Salih Muslim: Em ê Şengal ji nû ve ava bikin
Salih Muslim: Em ê Şengal ji nû ve ava bikin
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê tevlî 22’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî bû got, “Şengal Kurdistan e” û anî ziman ku wê Şengalê ji nû ve ava bikin û biparêzin.
Piştî Koma Berxwedan a mohra xwe li 25 salên dawî yê cîhana hunera Kurd xist stranên xwe pêşkeşkirin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi dirûşmayên, “Şehid namirin” û “Bijî berxwedana Rojava" derket dikê.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derket ser dikê, xîtabê girseyê kir wiha got: “Şoreşa me şoreşa 29’an ne. Şoreşa Rojava tiştên ku şaş hatine nivîsandin di dîrokê de li ser gelê Kurd sererast dike û pergalek nû ji bo gelan ava dike. Ev têkoşîna Rojava ya hemû gelê Kurd e. Doza me doza mirovahiyê ye.” Muslim diyar kir ku dê gelê Êzidî carek din rastî komkujiyê hat lê hêzên wan bi hawara gelê Şengalê çû. Li Şengalê kêr gihiştibû hestî. Şengal êdî ceneta me ye. Em ê Şengala xwe ava bikin û ev êrîş ne tenê li hemberî Şengalê pêk hatiye di heman demê de li hemberî hemû gelê Kurd pêk hatiye.
Muslim da zanîn ku hêzên gelê Kurd pêşengiye ji azadî, berxwedan û mirovahiyê re dikin. Muslim bilêv kir ku ne mimkun e ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî YPG û YPJ’ê bi ser bikevin li Rojava. Muslim da xuyakirin ewên ku niha li hemberî DAIŞ’ê şer dikin ew in ên ku berê jî pêşengiya şoreşê ji gelê Kurd re kiribûne. Ev zarokên lehengan in. Yê ku dixwaze gelan biparêze divê ku bê gel me ji ber ku em gel diparêzin.
Muslim destnîşan kir ku divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin û wiha axivî: “Êdî gelê Kurd ne Kurdê berê ye hişyar bûye û ji bo mafê xwe bi dest bixin têkoşînek bêhempa didin. Ji bo gelê Kurd têkoşîna siyasî, dîplomatîk û demokratîk pêwîst e. Li hemberî destkeftiyên dîrokî divê ku ev dest bidin hev û van destkeftiyên pîroz biparêzin û çeteyên hov dê têk bibin û serkefin ya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Muslim herî dawî destnîşan kir ku dê tu caran şervanên azadiyê têk neçin û dê gelê Kurd biparêzin divê her kes vê baş bizane. Axaftinên Salih Muslim bênavber bi dirûşmayên ‘Bijî berxwedana YPG’, ‘Bijî berxwedana HPG’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin birîn.
Hevserokê Federasyona Êzidiyan a Ewropa Alî Atalan,jî diyar kir ku gelê Kurd bi xwedîderkeftina li Şengalê da diyar kirin ku tu hêz nikare gelê Kurd têk bibe û wiha got: “Em weke federasyona Êzidiyan dixwazin ku hê bêhtir xwedî li gelê Êzidî were derketin. Armanca me azadkirina Şengalê ye. Divê em hêza Şengalê zêde bikin û divê em fermana 73’an bi cîhanê bidin qebûlkirin. Em weke Êzidî ji niha û şûnde bê statû jiyanê qebûl nakin em statuya xwe dixwazin.”