Salek cezayê girtîgehê li Yuksekdag hate birîn
Dadgeriya Tirk, ji ber axaftineke wê salek cezayê girtîgehê li Fîgen Yuksekdag birî.
Dadgeriya Tirk, ji ber axaftineke wê salek cezayê girtîgehê li Fîgen Yuksekdag birî.
Parlamentera Wanê ya HDP'ê û Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku wekîliya wê hate betalkirin, di doza ku bi îdîaya "Hikumeta Komara Tirkiyeyê bi rengekî vekirî biçûk xistiye" lê hate vekirin de, salek cezayê girtîgehê lê hate birîn. Fîgen Yuksekdag, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê tê hiştin, nexwest bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) di rûniştina dozê de baxive.
Heyeta dadgehê bi îdîaya, "Hikumeta Komara Tirkiyeyê bi rengekî vekirî biçûk xistiye" salek cezayê girtîgehê da Yuksekdag. Di biryarê de pêkanînên kêmkirin an jî alternatîfên ceza, nehat kirin.
Fîgen Yuksekdag, di 12'ê Cotmeha 2015'an de li Meydana Ûgûr Mûmcû beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bûbû û ji ber axaftina wê ya li vir û merasîma cenaze, li 11. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Edeneyê doz lê hatibû vekirin.