Sala 2018’an nêzî 2 hezar karker mirin

Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku di sala 2018’an de herî kêm hezar û 923 karker mirin.

Meclîsa ÎSÎGê Rapora 2018'an eşkere kir. Meclîsê diyar kir ku di sala 2018'an de herî kêm hezar û 923 karkeran di cînayetên kar de mirin e û wiha got; “Gelo di kijan şerî de me ew qas hevalên xwe winda kirine. Di serdema îktîdara AKP’ê de me 22 hezar û 500 karker di cînayetên kar de winda kirin.”

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora 2018'an eşkere kir. Li gorî raporê di 2018'an de li 81 bajarên Tirkiye 119 jin û Hezar û 804 mêr bi giştî Hezar û 923 karkeran di cînayetên kar de mirin e. Di raporê de hat diyar kirin ku bi giştî 67 zarok mirine. Li gorî mehan cînayetên kar wiha ne:

Çile: 144 karker

Sibat: 128 karker

Adar: 130 karker

Gulan: 189 karker

Hezîran: 151 karker

Tebax: 185 karker

Îlon: 167 karker

Cotmeh: 179 karker

Mijdar: 155 karker

Kanûn: 126 karker

DAXWAZÊN MECLÎSA ÎSÎGÊ:

"* Karkerên ku mirine 98 ji sedî ne endamên sendîkayê ne. Divê êdî hemû karker bi sendîkayî bin. Divê dawî li bêsendîkatiyê bînin.

* Divê karker li cihê kar li gorî pîvan û zagonên kar xebatê bikin û di saetên zêde de karên cuda nekin.

* Divê patron û karsazen ji cînayetên kar berpirsiyar bên darizandin.

* Divê nexweşiya karkeran neyê veşartin û ger ku nexweşiyên wan hebin bên parvekirin.

* Divê heqê herî kêm zêde bikin û êdî karker ji kar neyên avêtin.

* Di 2018'an de 67 zarokan di qezayên kar de mirin e. Divê dawî li karkeriya zarokan bînin.

* Her sal 120-130 jin di cînayetên kar de dimirin. Divê ji bo jinan qada kar bê vekirin û penaseya wê bê kirin.

* Divê ewlehiya karkerên penaber û koçber bê parastin û ewlehiya wan bê stendin. "