Sakîne, Leyla û Fîdan li Dusseldorfê hatin bibîranîn

Sakîne, Leyla û Fîdan li Dusseldorfê hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 40’emîn roja qetilkirina wan de li Dusseldorfê hatin bibîranîn.

Bîranîn li saloneke navçeya Ratîngen di demjimêr 14.30’an destpê kir. Ji hezarî zêdetir Kurd tevlî bûn û birayê Cansiz, Haydar Cansiz û siyastmedarê Kurd Muzaffer Ayata tevlî bû.

Haydar Cansiz di bîranînê de axivî û spasiyên xwe pêşkêşî hemûyan kir. Cansiz diyar kir ku, her sê jinan jî ji bo aştiyê têkoşiya û got komkujiya li Parîsê komployek hovaneye.

Piştre hunermend Sosin derket ser dîkê û stran ji bo her sê jinên têkoşer striya.

Muzafer Ayata jî diyar kir ku, her sê jinên hatine qetilkirin şehîdên ku xwe fedayî gelê Kurd kirine û got, ew dê têkoşîna wan bidomînin.

Piştî axaftinan luqme hatin belavkirin û dua hatin kirin.