Sakik: Kî dê biçe Îmraliyê em dê biryar bidin

Sakik: Kî dê biçe Îmraliyê em dê biryar bidin

Rêxistina BDP'ê ya Bûrsayê ji bo geşedanên dawî li Bûrsayê bernameyek pêk anîn. Di bernameyê de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, di derbarê heyeta ku biçe Îmraliyê de axivî û diyar kir ku, kî biçe Îmraliyê ew dê biryarê bidin. Sakik anî ziman ku, BDP partiya siyasî ye û kî biçe an neçe ew dê bi xwe biryarê bidin.

Rêxistina BDP'ê ya Bûrsayê di derbarê geşedanên dawî de li Salona Dawetê ya Kilimê bernameyek pêk anî. Di bernameyê de Parlamenterê BDP'e yê Mûşê Sirri Sakik, endam û rêveberên BDP'ê û bi sedan welatî amade bûn. Di bernameyê de pankarta "Çareserî ne di operasyonan de ye, di diyalogan de ye" vekirin. Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir. Serokê BDP'a Bûrsayê Mehmet Dîlek bertek nîşanî girtina Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê da û wiha got: "Dê roj bê Rojê ji Bûrsayê hil tê. Dê Kurd û Tirkan hemû Tirkiyeyê germ bike û ronî bike."

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî di derbarê heyeta ku biçe Îmraliyê de axivî û diyar kir ku, kî biçe Îmraliyê we dê biryarê bidin. Sakik anî ziman ku, BDP partiya siyasî ye û kî biçe an neçe ew dê bi xwe biryarê bidin.

Bername piştî axaftinan govend girêdan, Sipan Xelat, Koma Awaz, Ehmedo û Koma Mezopotamya bi dawî bû.