Sakik: Çareserî nîne, tecrîda girankirî heye

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir ku pêşketineke ku demokratîkbûnê nîşan bide tune ye û go: “Gel piştgirî da Meşa Azadiyê û careke din îradeya xwe nîşan da. Gel li dijî tecrîdê daxwazên xwe qîriyan.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ye û 3 sal in agahî jê nayê girtin. Gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne û daxwaza azadiyê dikin. Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik têkildarî tecrîdê, Meşên Azadiyê û hilbijartinên 31’ê Adarê de ji ANF’ê  re axivî.

Parlamenter Sirri Sakik diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hem li dijî qanûnên hiqûqî yên Tirkiyeyê ye û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha axivî: “Em dibêjin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ne hiqûqî, ne wijdanî, ne însanî û ne jî Îslamî ye. Yanî polîtîkayeke ku ji bilî israrkirina di xitimandinê de tu hincet û wateya wê nîne. Hikûmeta ku di dema muzakereyan de Îmraliyê veguherand rêya avê, niha jî wekî nîşaneya xitimandinê derî girtiye. Ev rewş ji aliyê siberoja gelan û îradeya jiyana bi hev re ya welat nayê domandin.

Ev eleqeya gel a ji bo meşa azadiyê nîşaneya daxwaza wan a çareserî û aştiyê ye. Dîsa grevên birçîbûnê û nobetên edaletê ya li girtîgehan hewldanên wan ên ku dixwazin bi dawîkirina polîtîkayên tecrîdê rê li ber siyaseta welatê xitimî vekin. Gelê Kurd û hemû pêkhateyên ku daxwaza demokrasî û aştiyê dikin dixwazin polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û lêgerîna çareseriyeke mayînde dest pê bike.”

‘EM Ê SIYASETA RÊYA 3’YEMÎN BIMEŞÎNIN’

Sirri Sakin bi bîr xist ku ew bi salan e siyaseta xwe li ser rêya 3’yemîn dimeşînin û wiha domand: “Tirkiye ne mehkûmî atmosfera ji aliyê du partiyên siyasî ve hatiye afirandin e û li hemberî vê yekê yekane rêya alternatîf rêya 3'yemîn e. Ji vê re tê gotin siyaseta wekhevîxwaz û aştiyane, li ser bingeha demokrasiyê, dûrî polîtîkayên nîjadperestiyê ye. Jiyana me di nav xwîn û êşan de derbas bûye, em mecbûr in ku pêşerojeke aram û bêpevçûn ji bo zarokên vî welatî ava bikin. Rêya afirandina vê jî demokrasî, aştî, wekhevî û edaletê ye. Helbet di meşa xwe ya edalet, wekhevî û aştiyê de em ê bi wan re bi hev re têbikoşin. Em ê piştgiriyê nedin tu kesî. Ji ber vê yekê em ê di vê hilbijartinê de ji dubendiya mirin-tayê dûr bikevin û siyaseta demokratîk a ku em jê re dibêjin rêya 3’yemîn bimeşînin.” 

‘BIRÊZ ABDULLAH OCALAN DI BIN TECRÎDÊ DE YE’

Di berdewamiya axaftina xwe de Sakik destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd hatiye asta cîhanî û wiha pêde çû: “Helbert divê pêvajoyeke nû ya li ser çareseriya demokratîk çêbibe, lê niha rewşek wisa nîne. Daxwazkirin tişteke, dewlet biryarê bide tiştekî din e. Niha tu pêşketineke ku meyleke demokratîkbûnê nîşan bide tune ye. Girtiyên nexweş di bin şert û mercên giran de di hucreyan de tên ragirtin û gelek kes jî li girtîgehan bi mirinê tên hiştin. Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîtê de ye û ev li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. Serlêdanên me hene, serlêdanên malbatê, serlêdanên parêzeran jî hene, lê bêbersiv tên hiştin. Dema dewlet hiqûqa xwe jî pêk neyne, mirov nikare behsa pêvajoyekê bike. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêkan vekirina kanalên diyalogê pêwîst e.”

‘BI VÊ HILBIJARTINÊ RE EM Ê KÊMANIYÊN XWE TELAFÎ BIKIN’

Sakik der barê hiljirtanên herêmî de jî ev tişt anî ziman: “Ji bo me ya herî girîng 1'ê Nîsanê roja piştî 31'ê Adarê ye. Di roja piştî hilbijartinê de em dixwazin wendahiyên ku me di hilbijartinên giştî de dîtine telafî bikin, dawî li rejîma qeyûman bînin, atmosferek ku dê li van xakan aşitiyê pêk bîne û avakirina demokratîk a nû pêk bîne ava bikin. Ji ber ku 8 sal in li erdnîgariya Kurdan îradeya hilbijartinê ya gel hatiye tunekirin, girîng e em ji hilbijartinên herêmî bi serkeftî derkevin. Serkeftina ku em ê ji van hilbijartinan bi dest bixin, wê bibe nîşaneya ku gelê Kurd hêza xwe ya têkoşînê bidomîne.”