Şahînê AKP’yî: Dadgerê Dadgeha Bilind biryarên xwe ji Pensîlvanya dipirsî
Şahînê AKP’yî: Dadgerê Dadgeha Bilind biryarên xwe ji Pensîlvanya dipirsî
Şahînê AKP’yî: Dadgerê Dadgeha Bilind biryarên xwe ji Pensîlvanya dipirsî
Wezîrê berê yê Edaletê û Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Mehmet Alî Şahîn li xwe mukur hat ku wan Dadgeha Bilind radestî rêxistina Gulen kirine û anî ziman ku dadgerekî Dadgeha Bilind beriya biryara xwe bide ji Pensîlvanya dipirsî.
M. Alî Şahîn di civîna Meclîsa Şêwirmendiyê ya Bajarê Karabukê ya AKP'ê de axivî û bi gotina "Ez li vê derê cara yekemîn aşkera dikim", rêxistinbûna Cemaetê ya li nava Dadgeha Bilind vegot:
"Dema haya min ji vê çê bû, demeke dirêj ez li ser fikirîm û min nexwest jê bawer bikim. Min lêkolîn kir û biryar da ku rast e. Der heqê kesekî li ser holdîngeke girîng cih digire dozek heye û mehkûm bûye. Dosya hatiye ber destê Dadgeha Bilind. Kesê li Dadgeha Bilind weke meleyê Cametê tê binavkirin, ji bo biryara xwe ya der barê dosya vî kesê girîng de bide, kurteberiyeke dosyayê ji Pensîlvanya dişîne û nêrîna wan digire. Ez li ser fikirîm min got, gelo dozgereke, dadgerek dikare tiştekî wiha bike? mejiyê min qebûl nekir. Lê belê dema min lêkolîn kir, mixabin derket holê ku ev yek rast e.
‘GELO NABERDIN?’
Şahîn bang li Fethûllah Gulen kir ku li Tirkiyeyê vegere.
Şahîn da zanîn ku beriya niha bi mehekê ew bi rêya telefonê bi Fethûllah Gulen re axiviye û pirsa, 'Gelo DYA li wê derê wî naberdin?' kir. Şahîn got, "Hin kesên armancên wan li ser Tirkiyeyê hene, dê bifikirin ku dixwazin wî û cemaetê bikar bînin û zerarê bidin Tirkiyeyê. Pêşiya vê bigirin xoceyê hêja. Ji kerema xwe re li Tirkiyeyê vegerin."