Şahidê Komkujiya Dêrsimê Laçin jiyana xwe ji dest da

Şahidê Komkujiya Dêrsimê Laçin jiyana xwe ji dest da

Ji şahidên Komkujiya Dêrsimê nivîskar Şukru Yalçin di encama krîzeke dil de jiyana ji xwe dest da.

Nivîskarê sosyalîst Şukru Laçîn ku ji Dêrsimê ye li mala xwe ya li Maltepeya Stenbolê di encama krîza dil de rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana ji xwe dest da. Cenazeyê Şukru Laçîn wê sibê piştî wecîbeyên olî yên li cemxaneyê, li Goristana Yeni Şeyhlî bispêrin axê.

ŞUKRU LAÇÎN KÎ YE?

Laçîn sala 1924’ê li gundê Manekîrek ê navçeya Mazgêrdê ya Dêrsimê ji dayik bûye û yek ji şahidên komkujiya 38’an a Dêrsimê ye. Laçîn di ciwantiya xwe de li zeviyên pembû xebitî, her wiha li Meletî û Stenbolê jî di kargehan de xebitî. Laçîn herî dawî li Amedê di kargehekê de xebitî û li vê derê sosyalîzm nas kir. Sala 1963 bû yek ji damezrênerên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê. Piştre di nava rêveberiya partiyê de cih girt. Ji ber axaftina xwe ya li  Sînemaya Nîlgun a Amedê ji aliyê Dadgeha Rêveberiya Teng a Amedê ve hate darizandin û kete girtîgehê. Nivîskar pirtûkên bi navê “Ji Serhildana Dêrsimê heta Amedê/bîranên siyasî yên karkerekî Kurd” û “Li Tirkiyeyê demokrasî û dewlet” nivîsandiye.