Weşandina dokûmantera "Kuçuk Kara Baliklar" a li ser cînayetên JÎTEM'ê, ji aliyê RTUK'ê ve weke "Biçûkxistina leşker û efserên Tirk" hat nirxandin û 13 hezar TL cezayê îdarî li Ozgur Gun TV hat birîn.
Dozên ji bo ronîkirina 17 hezar 'kuştinên kiryar nediyar' ên di salên 90'î de li Kurdistanê hatin kirin girîng in, yek bi yek bi biryarên beraatê tên qedandin. Sazî û dadgeriya 'serbixwe' ya desthilatdariya AKP'ê jî, ji bo JÎTEM û sûcên şerê qirêj mafdar nîşan bide, gavan diavêje.
Ozgur Gun TV ku li Tirkiyeyê televîzyona destpêkê ya ku bi Kurdî weşanê dike ye û li dijî feraseta weşangeriya yekperestiyê, piştî 13 salên weşana xwe herêmî, di 6'ê Nîsana 2015'an de dest bi weşana neteweyî kir, di 10'ê Cotmeha 2015'an de dokûmantera "Kuçuk Kara Baliklar" a li ser cînayetên di salên 90'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine kirin, weşand.
Di dokûmanterê de zarokên ku şahidî ji kuştinên kiryar nediyar re kirin, bûyerên bi serê wan de hatî vegotin. Kesên bi navê Sûzan Çelebî û Firat, komkujî û bêhiqûqiya JÎTEM'ê ya li Kurdistanê radixstin pêş çavan. Vê yekê Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) aciz kir.
Endamên RTUK'ê, bi îdîaya ku 'di axaftina şahidan Çelebî û Firat de sûc hene', axaftina wan kirin nivîs û gotina Sûzan Çelebî ya digot, 'Ji bo bavê wê bide axaftin, li pêş çavên bavê wê dest avêtin keça wê ya 10-11 salî', ji aliyê RTUK'ê ve 'Biçûkxistina leşker û esferên Tirk' hat nirxandin.
Di dosyaya li ser vegotinên Çelebî hat amadekirin de ev îdîa hat kirin; 'Endamên rêxistina terorê sempatîk nîşan da. Di nava beşek ji civakê de rê li ber hestên nefretê vekir, civak ber bi kîn û dijminatiyê ve tehrîk kir.'
Endamên RTUK'ê ji bo van gotinên Firat 'Ez jî tevlî çalakiyan bûm. Belasebep kevir li polîsan nayê barandin. Kesek naxwaze vê rastiyê bibîne' bi vî rengî nirxandin; 'Bi taybetî teror, kîn û nefretê bi zarokan dide hezkirin'.
Endamên RTUK'ê bi vê nirxandina xwe re, biryar da ku Ozgur Gun TV 'pesnê terorê daye û teşwîq kiriye' û 13.601 TL cezayê pere yê îdarî li qenala televîzyonê birîn.
Ozgur Gun TV, di nûçeya xwe ya bi serenavê 'Xebatên Komunên Gel' de cih dabû gotina 'Yekane alternatîfa rizgariya ji kaosê, xweseriya demokratîk e' ya Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç. RTUK'ê ev gotin jî weke 'Di nava civakê de rê li ber kîn û dijminatiyê vedike' nirxandibû û cezayê pere yê îdarî dabû Ozgur Gun TV.