Çeteyên DAÎŞ'ê di bin navê SMO’yê de diçin Minbicê

Çeteyên DAÎŞ'ê yên ber bi Minbicê ve diçûn ji aliyê çapemeniya Tirk ve weke Artêşa Azad a Sûriyeyê (SMO) hatin nîşandan.

Televîzyona Haberturkê ya ku di bernameyên xwe de propagandaya çeteyên dewleta Tirk  dike, dîmenên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi nivîsa "Artêşa Azad a Sûriyeyê operasyona Minbicê temam kir" bi awayekî zindî weşand.

Çeteyên ku li ser rêya di navbera Arîma û Minbicê ne, amblemên li ser milên wan eşkere nîşan dide ku endamên DAÎŞ'ê ne.

Ji dîmenan tê fêmkirin ku çeteyên DAÎŞ'ê yên ku YPG'ê di sala 2016'an de wan ji Minbicê derxistin, bi navê SMO’yê careke din hewl didin têkevin Minbicê.