Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin bi meşekê hatin bîranîn

Bîranîna Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamê PM'ê yê DBP'ê Mehmet Yavûzel û Mazlûm Yeşîl ên li jêrzemîna Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Di dema qedexeyên derketina derve de Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ji bo şopandina nûçeyan çûbû navçeya Cizîra Şirnexê, di 26’ê sibata 2016’an de li gel endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavûzel û Mazlûm Yeşîl ên xwe spartibûn jêrzeminê hatibûn qetilkirin. Tevî malbatên Yavûzel û Yeşîl Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, rojnamevan Hakki Boltan, Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bûlût, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyê, tev li bîranînê bûn. Girse xwest li Goristana Esrî ya li navçeya Pirsûsê bîranînê li dar bixe. Bi ser vê yekê polîs bi hinceta ku “goristan cihê îbadetê” ye, xwest girseyê asteng bike. 
 
Amîrê polîsan li xwe mikur hat û got ku tu sedem û biryarên derbarê qedexekirinê de nîn in û anî ziman ku ew bi fermanê dixebitin. Girse bi ser vê yekê 2 saetan li ber goristanê sekinî. Malbat tevî astengkirinan, derbasî goristanê bûn, qurnefîl danîn ser goran û dia kirin. Piştî ku hatina malbatan girse li pêşiya goristanê bîranîn li dar xist. 
Girse ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêzgirt li dar xist. Piştre birayê Mehmet Yavûzel, Halîl Yavûzel bertek nîşanî astengkirinê da û wiha axivî: “Destûrê nedan ku li ser gorê diayek were kirin. Birayê min ji bona cem mezlûman bisekine, çû û li wê derê şehîd ket. Piştre Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û ev tişt gotin: “Me xwest îro em hevalên xwe yên hatine qetilkirin bi bîr bînin. Bîranîna me bi awayeke bêhiqûqî hate astengkirin. Em dizanin ku ev yek bêhiqûqî ye û armanca vê jî dana bîrkirina hevalên me ne. Dê nikaribin bigihijin vê armanca xwe. Hevalê me Rohat rojnamevan bû û xwest hovîtiya li Cizîrê hatiye jiyîn, li hemû cihanê bide bihîstin. Ji bo ku rastiyê ji gel re ragihîne canê xwe da. Çend sal derbas bibin jî em ê nedin jibîrkirin. Em helwesta astengkirinê şermezar dikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku li dijî siyaseta şer siyaseta çareseriyê dimeşînin û wiha got: “Demekî dirêj e zarokên vî gelî tên qetilkirin. Li dijî siyaseta şer, em siyaseta aştî û jiyanê bi rê ve dibin. Li dijî vê şermeke mezin e ku ji bo bîranînekê destûr neyê dayîn. Çapemeniya azad hemû komkujiyan ji cîhanê re radigihîne. Gelek rojnamevanan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Divê herkes xwedî li çapemeniya azad derkeve. Em dibêjin êdî bes e. Divê xwîn bisekine. Navnîşana çareseriyê diyar e. Heke meseleya kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe dê çapemeniya azad jî nûçeyên bê şer ên ne neyînî biweşîne. Em êdî naxwazin nûçeyên mirinan bixwînin. Em heta dawiyê li gel Çapemeniya Azad in. Bila hevalên me di gorên xwe de rehet bin. Ji bo welatekî azad û Çapemeniya Azad ku xeyala wan dikir tişta ji destê me tê em ê bikin. Ez hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî bi bîr tînim.”
Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.