Li Sydneyê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin

Bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li navenda bajarê Sydneyê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan çalakiyek girseyî hat lidarxistin.

Senatorên Keskan David Shoebridge û Lee Rhiannon û edîtorê rojnameya Greenleft Peter Boyle beşdarî çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sydneyê (DKTM) ve bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" hat lidarxistin.

Li ser navê rêveberiya DKTM'ê Tîmur Tatvan û Brûsk Ayverî di axaftinên xwe de diyar kirin ku yekane rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Apo pêk bê ew ê di nava çalakiyan de bin."

Senatorê Partiya Keskan David Shoebridge di çalakiyê de axivî û bal kişand ser şert û mercên nebaş ên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Birêz Ocalan girtiyê siyasî yê herî dirêj ê cîhanê ye. Em bang li hikûmeta xwe ya Awûstralya, DYA û Îngiltereyê dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin Ger Abdullah Ocalan azad bibe li gel ku gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bikin, wê rêyek siyasî ya bihêz ji bo bidawîkirina parçebûnê û avakirina aştiyeke mayînde vebe.” 
Shoebridge amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk dema ku bala cîhanê li ser Xeze û Ûkraynayê bû li Rojava li dijî gelê Kurd êrîşeke dijwar pêk tîne û got, "Di encama qirkirinên siyasî û bombekirina sivîlan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk bi van êrîşên hovane sûcên li dijî mirovahiyê didomîne.”

Senatorê berê yê Partiya Keskan Lee Rhiannon jî got, “Daxwaza azadkirina hemû girtiyên siyasî yên Kurd bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pêvajoya aştiyê bide destpêkirin.” 

Rhiannon da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd 25 sal in di nava şert û mercên gelekî giran de li girtîgeha girava Tirk tê girtin û got, “Em îro ji bo azadiya Ocalan li vir in. Niha dem hatiye ku cîhan dengê xwe bide bihîstin. Em dizanin ku pir kes bi keda birêz Ocalan a pêbawer dizanin, me tevan jî dirûşma birêz Öcalan ya bi nav û deng "Jin Jiyan Azadî" bihîstiye. Ev dirûşma birêz Ocalan li hemû cîhanê deng veda, bi taybetî jî bi serhildana gelên Îranê de debg veda. Birêz Ocalan ku 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin, bi navê Nelson Mandela yê gelê Kurd jî tê naskirin. Pir girîng e ku ew di zûtirîn dem de were berdan. Di demeke ku cîhan di rewşeke pir metirsîdar de ye, azadiya Abdullah Ocalan wê kedeke mezin bide aştiya Rojhilata Navîn. Di vê wateyê de azadiya Birêz Ocalan daxwaza lezgîn a tevgera cîhanî ye.”

Edîtorê Rojnameya Greenleft Peter Boyle di çalakiyê de axivî û got, “Dema 25 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kenyayê dîl hate girtin, li dijî hiqûqa navneteweyî, komployeke navneteweyî ya revandina wî pêk hat. Di revandina wî de servîsên veşartî yên gelek welatan, welatên rojavayî, endamên gendelî yên polîsên Kenyayê û helbet Tirkiye jî hevkarî kirin. Çima em komployek bi bîr tînin? Ji ber ku îro jî derbasdar e. Bi awayekî ku heman komplo berdewam dike û ji ber vê yekê divê hikûmeta Awûstralyayê bi piştgiriyê bide banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê nîşan bide ku ne li kêleka hêzên hov û komplogeran e. Em ji Abdullah Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re jî statu dixwazin.”

Li standa ku li qada çalakiyê hat vekirin, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nasandin, qertên ku ji wî re bên şandin hatin îmzekirin û belavok hatin belavkirin. Kurdistaniyan bi dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” çalakî bi dawî kirin.