Mewziyên artêşa Tirk a dagirker hê jî dişewitin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya şoreşgerî ya ku îro li Zapê hatiye lidarxistin  mewziyên dagirkeran hatine şewitandin, şewat hê jî didome û 22 çek hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên ji HPG-BÎM’ê hatin girtin, di çalakiya şoreşgerî ya îro de li dijî girekî ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya Zapê bi cih bûbû, gelek çek hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku gerîlayan di çarçoveya "Operasyona Şehîd Doga Viyan" de 22 çek ji dagirkeran desteser kirine.

Her wiha hat ragihandin ku di operasyonê de kamerayên mobese yên dagirkeran hatine îmhakirin û depoya cebilxaneyan jî hatiye şewitandin.

HPG-BÎM'ê jî da zanîn ku şewata ku piştî çalakiyê li mewziyan ketiye hê jî didome.