Peyama KCK'ê ji bo mîtînga Kolnê: Em bi hev re dimeşin, em ê bi ser bikevin!

KCK'ê di peyama xwe ya ji bo mîtînga mezin a li Kolnê de, bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em bi hevrêyên xwe re dimeşin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo mîtînga mezin a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, peyam şand.

Peyama KCK'ê ya di mîtîngê de hat xwendin wiha ye:

“Çalakvan û beşdarên mîtînga Kolnê, 

Dost û hevalên Serok Apo Merheba!

Di serîde çalakvanên meşa dirêj ên enternasyonal û yên ciwanan, meşvanên meşa dirêj yên Fransa, hemû kedkar û xebatkarên meş û mîtîngê, dost û hevalên amade, em bi navê Koma Civakên Kurdistan – KCK, we hemûyan ji çiyayên Kurdistanê bi dilekî germ silav dikin û ji we re serkeftinê dixwazin. Di 25. salvegera komloya 15'ê Sibatê de ev meş û mitînga we ya bi heybet, bersivek mezine ji hemû komplogeran re.

25 sal pêş niha di 15'ê Sibata 1999'an de zilm û bêdadiyeke mezin hate kirin. Dijminên gelê Kurd, bi tifaqekî cîhanî hatin cem hev û bi dek û dolaban Serok Apo ji Suriye derxistin û heta Kenyayê şopandin û girtin radestî dewleta Tirk kirin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovan, ne hiqûq, ne dad û nejî exlaq hate bîra wan û biryar dan ku Rêberekî Kurd, ku ji bo wijdan, hiqûq, dad û dadgeriyê, ji bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovîtiyê xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin. 

Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên cîhanê, ji Emerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yêkîtiya Ewropayê, Yewnanistan û hetta Rûsyayê û Israîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û exlaqî binpê kirin û bi lîstok, entrîka û dek û dolabên neyarane Serok Abdullah Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yêkîtiya Ewropayê Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin. 

Dost û hevalên Hêja!

Amanca komployê ew bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, tesfiye bikin. Wan PKK jî weke tevgereke klasîk hesap dikirin û digotin piştî esareta Serok Apo, wê tevger marjînal bibe, parçe bibe, belav bibe û ji holê rabe. Pêvajoya piştî komployê bi zelalî nîşan da ku ew merkezên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Di midehê van 25 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Serok Apo di zîndanê de li ber xwe da û zîndana Îmraliyê jî kir qadeke têkoşînê. Li aliyê din Tevgera Azadiyê û hemû gelê Kurdistanê, di van 25 salan de berxwedanekî bê hempa pêş xistin û komplo vale derxistin. 

Herçend komploger negiştibin amanca xwe jî, lê dev ji êrîş, dek û dolabên xwe jî bernedane. Niha jî dewleta Tirk, bi hemû awayî dijmintiya gelê Kurdistanê dike û êrîşên xwe berdewam dike. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li Başûr, Rojava û rojhilatê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî de jî hewl dide ku Kurd neyêne naskirin û êrîşê hemû deskeftiyên Kurdan dike. Komplo bi awayekî din berdewam e û divê hemû Kurdistanî û dost û hevalên me, vê rastiyê bibînin û li gorî vê rastiyê tedbîran bigrin û tekoşînê bilind bikin. 

Dost û hevalên bi rûmet!

Ev 35 mehin ku ji Serok Apo û 3 hevalên me yên li Îmraliyê, ti agahî nînin. Di nava van 35 mehan de ne malbat ne parêzer ne jî kesek dîtir ên ku em jê bawer bikin, Serok Apo û hevalên wî nedîtine û dengê wan ne bihîstine. Di nava van 35 mehan de ne name ne telefon ne ti mesajên wana negiştine me. Li ser vê yekê, ji 10'ê Cotmeha 2023'yan ve, dostên Serok Apo û dostên gelê Kurd, di asta navneteweyî de bi navê “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” kampanyayek mezin dane despêkirin û bi berfirehî dimeşînin. Em weke KCK, careke din van dostan silav dikin û sipasiyên xwe ji wana re pêşkêş dikin. Em bi hemû hêza xwe di nava kampanyayê de cihê xwe digrin û mil bi milê van dostan re dimeşin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînên û Rêber Apo û hevalên wî azad bikin.

Ev mîtîng li Elmanya ye, li navenda Ewropa ye. Bi vê munasebetê di serî de Elmaya û Yekîtiya Ewropa em bang li hemû hêzên cihanî dikin ku dengê gelê Kurd, dengê dostên Serok Apo bibihîsîn, hevkariya dewleta Tirk nekin û li hember vê bê dadiyê derkevin. Her wiha rola Serok Apo ya di aştî û aramiyê de bibînin û di mesela Kurdî de alîgirê çareseriyê bin.

Dost û hevalên Serok Apo!

Meş û mîtînga we di demeke gelek girîng de pêk tê. Ev çalakiya we hemleya azadiya Serok Apo xurt dike. Divê her dost her heval bizanin ku têkoşîna azadiyê nefesekî dirêj dixwaze. Em ji we hemûyan, ji hemû gelê Kurdistanê û dostên xwe daxwaz dikin ku hê zêdetir cihê xwe di nava kampanya azadiya Serok Apo de bigrin û çalakiyên xwe xurttir bikin. Azadiya Serok Apo, azadiya gelê Kurdistanê ye, azadiya me hemûyan e."