Li Stenbolê 2 kes hatin girtin

Li Stenbolê ji 15 kesên ku hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan, 2 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Li navçeyên Esenyurt, Esenler, Maltepe, Pendik û Kagîthane yên Stenbolê 13’ê Sibatê di saetên sibê de bi ser gelek malan de hatibû girtin.

15 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, ji emniyetê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.

15 kesên hatibûn binçavkirin bi îdiayên "Ji bo Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAYDER) pere kom kirine", “agahiya ku wê ji bo salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê çalakî were lidarxistin" û “endamtiya rêxistinê" li 2’yemîn Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Stenbolê îfade dan. 
Ji 15 kesên îfadeya wan hat temamkirin 13 kes hatin berdan, 2 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Hate hînbûn ku yek jê wê bibin Girtîgeha Marmara (Sîlîvriyê) û ya jin jî wê bibin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê.