Jinên Tolhildêr li du bajaran çalakî li dar xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr da zanîn ku li Stenbol û Balikesîrê 6 wesayît, maleke polîsan û dikaneke kelûpelan şewitandine.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyaniyeke nivîskî da, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Xwîna hevrêyên me yên bi rûmet ên şehîd wê li erde nemîne. Em ê Rêber Apo azad bikin, em ê vê feraseta qirker a li Kurdistanê ji holê rakin.”

Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye;

Di 15'ê Sibatê de li navçeya Edremîta Balikesîrê 2 wesayîtên luks ên faşîstan hatin şewitandin û nekarîn bên bikaranîn.

Di 15’ê Sibatê de li navçeya Şîle ya Stenbolê wesayît û mala polîsê faşîst ê teqawîtbûyî yê bi navê E.V hatin şewitandin. 

Di 14’ê Sibatê de li navçeya Beykozê ya Stenbolê 3 wesayîtên luks ên faşîstên AKP’ê hatin şewitandin û dikaneke kelûpelan bi teqemeniyên destçêkirî hatin şewitandin.