Çalakvanên Nobetên Edaletê bi biryar in

Têkoşîna li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên nobetê yên li Stenbol, Amed û Wanê didome.

Çalakiya li Stenbolê ya bi pêşengiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam dike. Çalakiyên li Amed û Wanê jî bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê çalakî didome. bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatine destpêkirin di roja 74’an de didomin.
Navnîşana nobetê ya îro bû Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kuçukçekmeceyê. 
Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin û çalakvanan pêşmalkên bi Kurdî û Tirkî nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. 
Çalakvanên nobetê, di peyama dan de diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşegntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 74’an de berdewam kir. Îro gelek kesan serdana nobetê kirin. Beşdarvanan xwestin tecrîd were rakirin. Beşdaran bi malbatên girtiyan re stranên Kurdî gotin. Di çalakiyê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê û malbatên girtiyan de hatiye destpêkirin, îro di roja 74’emîn de berdewam kir. Serdanên ji bo nobeta li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr didome, îro jî berdewam kirin. Endamê TUHAY-DER’ê Îsmet Yakût ê di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirt, îro tev li çalakiyê bû û wiha got: “Gund bi gund, bajar bi bajar, navçe bi navçe geriyan. Gel em bi coşeke mezin pêşwazîkirin. Em mafdar in û em ê bigihin armanca xwe. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin û Nobeta Edaletê ya malbatan daye destpêkirin. Heta ku tecrîda li dijî birêz Ocalan bi dawî nebe em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin.”