Rûyê PDK’ê û Barzaniyan ê veşartî: Destdirêjî û qirkirinên jinan

Navê Barzaniyên ku li ser dizaynkirina gelê Başûr a li ser bedena jinan, şikandina refleksan û hevkarîkirina li gel dijmin ‘’dewlekeke malbatî’’ ava kirine; li gel gelek destdirêjî, qirkirinên jinan, revandin û kuştinên faîlên wan nediyar tê bilêvkirin.

Li Kurdistanê bi awayekî rojane navê  Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku bi ‘’xiyanet’’ û ‘’hevkarîyê’’ tê zanîn û weke; îfadeya hemû aliyên rûyê reş ê hevsengiyên dualî yên di dîroka Kurdistanê tê zanîn. Mirov bi saya kiryarên PDK’ê baş dibîne ku bê ka çima li Kurdistanê dagirkerî û mêtinkarî ew qas zêde heye. Di nava PDKê de; bi taybet jî weke rûyekî veşartî ê malbata Barzaniyan qetilkirin û destdirêjiyên li hemberî jinan weke mînakên siyaseta ku PDK li Kurdistanê bi rê ve dibe, derdikevin pêşiya me.

Dîzaynkirina gelê Başûr a li ser bedena jinan, şikandina refleksan û hevkarîkirina li gel dijmin weke rêbazeke siyaseta PDK’ê hatiye hilbijartin û pejirandin.

Barzaniyan ji bo ku eşîrên din ên di nava wan de di pêşerojê de ji wan re nebin ‘’pirsgirêk’’ serî li hin rêbazan dane. Armanca sereke jî ew e ku ger malbatek li hemberî polîtîkayên PDK’ê derkeve yan jî tevlî Barzaniyan nebe û vê yekê red bike, wê wan girêdayî ‘’çanda destdirêjiyê’’ teslîm bigire.

Yek ji mezintirîn hêmana bû sedem ku nifşeke ku dagirkeriya dewleta Tirk weke ‘’ Sendroma Stockholmê’’ fêm dike, ava bibe  siyaseta PDK’ê ya li herêmê ye.

Navê PDK’ê û Barzaniyên ku li ser dizaynkirina gelê Başûr a li ser bedena jinan, şikandina refleksan û hevkarîkirina li gel dijmin ‘’dewlekeke malbatî’’ ava kirine; li gel gelek destdirêjî, qirkirinên jinan, revandin û kuştinên failên wan nediyar tê bilêvkirin. Hemû bûyerên navborî jî weke encama siyaseteke sîstematîk tên pêşxistin.

Tevî ku navê hin jinên hatine qetilkirin û destdirêjî li wan hatiye kirin, hatibin bidestxistin jî ji hin van kiryarên qirêj derbasî dadgehên Başûrê Kurdistanê bûne û hin jî di serî de dadgehên DYE derbasî dadgehên navneteweyî bûne.

NÎHAT BARZANÎ

Sarya Mîrza Reşo: Di sala 1980’yî de li navçeya Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê ji aliyê kurê Mele Mistefa Barzanî Nîhat Barzanî ve li rastî destdirêjiyê hat. Reşo piştre bi telîmata Nîhat Barzanî hate qetilkirin.

Mîna: Mîna ya ku paşnavê wê nehatî zanîn, di sala 1991’an de ji aliyê Nîhat Barzanî ve destdirêjî lê hate kirin. Bavê Mînayê yek ji qurbaniyê Enfalê ye. Nîhat Barzaniyê ku ji bo bûyer neyê eşkerkirin gefan li malbatê dixwe; dibêje: ‘’ Ger hûn bêdeng nekin, ez ê kesên ji malbatê yên sax weke Enfalê bikujim.’’  Her wiha weke encama gefan Nîhat Barzanî Mîna bi destê malbata wê da qetilkirin.

Çixzî Bêrsîyavî: Malbata wê di salên 1990’î de weke parêzvan çû mala Nîhat Barzanî ya li Serêreş.Bêrsîyavî li vir li rastî destdirêjiyê hat û hate qetilkirin. Bavê Bêrsîyavîyê weke hevalekî nêz ê Mele Mistefa Barzanî dihate zanîn.  Nîhat Barzanî endamên din ên malbata Bêrsîyavîyê ya ku dixwest, hesabê ji Nîhat Barzanî bipirse, girêdayî planekê li Akrê qetil kir. Bûyer jî weke tundiya malbatê a navxweyî hate destnîşankirin.

Fayîde Mizurî: Mizurî biraziya Huseyîn Mizurî ê ku ev 30 sal in ji parastina taybet a Mesûd Barzanî berpirsiyar e. Fayîde a 17 salî di sala 2013’yan de ji aliyê Nîhat Barzanî ve hate revandin û destdirêjî lê hate kirin û piştre jî ji malbatê wê re hate gotin ku wê bi xwe xwe kuştiye. Huseyîn bi pereyekî zêde hate bêdengkirin û rutbeya wî ya di nava PDK’ê de jî hate bilindkirin.

Nîhat Barzanî weke kesê ku di nava PDK’ê de karê pereyê qirêj dike tê naskirin û her wiha di serî de li Elmanyayê û li gelek cihan xwedî mal û milkên ku bi gendeliyê bi dest xistiye, tê naskirin.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ

Hêlin Elwan Sawa: Sawa a 17 salî ji malbateke xiristiyan e. Di sala 1996’an de li gel malbata xwe li cem endamê Polîtbura PDK’ê Îzzettîn Berwarî dest bi kar kir. Li vir bi dehan caran destdirêjî li Sawayê hate kirin û herî dawiyê jî cenazeyê wê li nêzî Bendava Duhokê hate dîtin. Mesûd Barzanî bûyerê dibîhîze û telîmatê dide ku bi pêşengtiya Muhsîn Dizeyî komîsyoneke lêkolînê were avakirin. Berwarî ji komîsyona lêkolînê re bûyerê eşkere dike û dibêje ku Sawa ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve destdirêjî lê hate kirin.  Piştî ku Mesûd Barzanî pê dihese ku kiryarê bûyerê Nêçîrvan Barzanî ye, bûyerê vedişêre. Her wiha girêdayî vê yekê rutbeya Berwarî ya di nava PDK’ê de jî tê bilindkirin.

MESRÛR BARZANÎ

Cîhan Taha: Taha ê ku li hemberî kiryarên desthilatdariya PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşan dida, di 26’ê Cotmeha 2023’yan de di encama qezayeke trafîkê ya gumandar de jiyana xwe ji dest dide.  Taha di gelek çalakiyên li dijî polîtîkayên PDK’ê de pêşengtiyê dike, bi saetan beriya qezaya trafîkê li ser medyaya dijîtal dibêje;  Ez ber bi mirinê ve diçim, mirin li ba min dike. Piştî mirina Taha derdikeve holê ku beriya qezaya trafîkê Taha ji aliyê ekîba Mesrûr Barzanî ve gef lê têxwarin. Mirina Taha li DYE’yê di doza ku derbarê Mesrûr Barzanî tê vekirin de derbas dibe  û xwişka Taha, Şaxewan Taha têkildarî bûyerê ev tişt got: "Mirina xwişka min, kuştineke siyasî ye.’’

SÎRWAN BARZANÎ

Naz Silêman Yakub: Naz Silman a parêzer, di sala 2016’an de li Hewlêrê tê revandin. 2 rojan piştî bûyera revandinê cenazeyê Silêman li kolanên Hewlêrê bi awayekî şewitî tê peydakirin.  Naz Silêman Yakub weke parêzera jinên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine kuştin û li rastî destdirêjiyê hatine, dihat naskirin. Silêman beriya niha bi dehan caran ji aliyê hatibû tehdîtkirin û her wiha derket holê ku beriya were qetilkirin li ser telefonê herî dawiyê li gel Sîrwan Barzanî xeber daye.

FAZIL MÎRANÎ

Beyan Zeynelabidin: Zeynelabîdîn ê 22 salî, di sala 1992’yan de dema ku li Zanîngeha Mûsilê xwendekar hate revandin. Byan ê ku bavê wî weke dijberê polîtîkayên PDK’ê tê naskirin; ji aliyê ekîba Berpirsê Desyeta Rêveberiyê a Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî, Seîd Bamernê û Salim Koremarkî ve tê revandin. Tevî ku malbata Beyan tevlîbûna PDK’ê red dikir, cenazeyê Beyan çend rojan piştî bûyera revandinê li kolanên Duhokê hate dîtin. Ekîba Mîranî piştî qetilkirina Beyan zextên xwe yên li ser malbatê domandin û piştre jî bavê Beyan li Amêdiyê hate binçavkirin û girtin.

BERJENG ZEBARÎ

Nesrîn Heso Zebari:  Nesrîn a 16 salî, ji aliyê kurê Şêwirmendê Leşkerî ê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zebarî, Berjeng Zebarî ve destdirêjî lê tê kirin. Ekîba Zebarî; Piştre radigihîne ku Nesrîn ji aliyê birayê wê Dilêr Zebarî ve destdirêjî lê tê kirin û wan her duyan dikuje. Her wiha piştî bûyerê Babekir Zebarî ji bo bêdengkirinê pereyan dide malabata Nesrînê.

KADÎR KAÇAK, ADIL BOTANÎ Û SERBEST SINDORÎ

Nazik û Solîn:Nazik a 16 salî  ku malbata wê nedixwest tevlî PDK’ê bibe; di sala 1994’an de ji aliyê berpirsê Şengalê yê PDK’ê Kadîr Kaçak, Endamê Polîtburoua PDK’ê Adil Botanî û Serbest Sindorî ve tê revandin. Xwişka Nazik a 17 salî Solîn jî di sala 1995’an de tê revandin û destdirêjî lê tê kirin. Cenazeyên Nazik û Solînê bi awayekî rûtûtazî hatin dîtin.  Malbata Nazik û Solînê ku ji bajarê Akrê ne, ji ber zext û gefên PDK’ê neçar ma ku Başûrm Kurdistanê biterikînin.

Ekîba ku Kaçak serokatiya wê dikir di sala 1996’an de li Akrê 14 û li Duhokê jî 17 jin revand û destdirêjî li jinên ku revandin, kirin. Hemû jinên ku ji aliyê ekîba Kaçak ve destdirêjî lê hatin kirin, hatin qetilkirin. Malbat û hevjînên hemû jinên hatin qetilkirin, li Enfalê jiyana xwe ji dest dabûn û PDK’ê jî ew di statûya ‘’malbatên şehîdan’’ pênase dikir. Malbata Fevziye Îslam Rêkanîyê jî ku yek ji wan malbatan e, derheqê kiryaran de serî li dadgehê da. Cenaze û delîlên têkildarî jinên ku hatin qetilkirin hê jî li derdora deverên weke, Gundê Badê, Bendava Duhokê, Gundê Kevaşê, Herêma Pişta Babloyê, Pişta Dola Besrê û Baniya Balozê tên dîtin.

Her wiha Kaçak ji windabûna bi hezaran jinên Ezîdî yên  ku dema DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî li Şengalê kir û ew rehîn grtin, weke berpirsiyar tê girtin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kaçak dema êrîşa navborî de li gel 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê gelê Şengalê bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re rû bi rû hişt û reviya.

XESREW GORAN

Sewre Reqîb Esker Akreyî: Akreyî li gel hevjînê xwe Ezîz Mihemed belgeyên gendelî û sûcan bi dest xistin. PDK ji bo ku sûcên wan neyên eşkerekirin, li dijî xaniyê Akreyî operasyomek li dar xist û Akreyî û hevjînê wê qetil kir. Cînayet jî ji aliyê Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê ya PDK’ê Xesrew Goran û ekîba wî ve hate kirin.

PARASTIN, ZÊREVANÎ Û HÊZÊN TAYBET…

Sakîne İzzet Şêxo: Li gundê Guherzê ê girêdayî Amêdiya ku niha lê şer û dagirkeriya dewleta Tirk bi awayekî dijwar berdewam dike, ji aliyê hêzên taybet ên PDK’ê ve destdirêjî lê hate kirin û hate qetilkirin.

Nazdar Bamernê: Nazdar Bamernê a bijîşk di sala 1991’an de li Hewlêrê ji aliyê Parastinê ve hate qetilkirin.

Jinên PAK’î: Di sala 1991’an de dema ku Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hê nû dihate avakirin,  23 kesên ji rêveberiya partiyê bi destê serokê Zêrevanîyê Azîz Veysî û ekîba wî ji dewleta Tirk re hatin radestkirin.  23 kesên PAK’î ku gelek ji wan jin bûn, ji aliyê MÎT’a dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Eyşan Mihemed Elî: Di sala 1992’yan di kêliyên xwepêşandanên li dijî PDK’ê de di encama guleberdena hêzên PDK’ê de jiyana xwe ji dest da.

Hejyan Eyûb: Hejyan ji aliyê hevjînê xwe ve gelek caran bi tundiyê re rû bi rû dima. Serlêdanên Hejyanê yên ji saziyên fermî re yên ‘’alîkariyê’’ ji aliyê saziyan ve bêbersiv dihatin hiştin. Hejyan piştre ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin û tevî raporên otopsiyê jî qetilkirina Hejyanê hate veşartin. Her wiha kujerê Hejyan Eyûbê  endamekî Parastinê bû û di nava Parastinê de dixebitî.