Rûsyayê nehişt li Xûta Rojhilat agirbest bê ragihandin

Ji bo ragihandina agirbestê li Xûta Rojhilat pêşnûmeyek pêşkêşî KENY hate kirin. Lê belê pêşnûme ji aliyê Rûsyayê ve hate astnegkirin.

Swêd û Qûweytê pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kirin û xwestin li Xûta Rojhilat agirbest bê ragihandin. Lê belê Rûsyayê ev pêşnûme qebûl nekir. Li gorî vê pêşnûmeya ku Rûsyayê nehişt bi cih were anîn, herî kêm wê li Xûta Rojhilat ji bo 30 rojan agirbest însanî bihata ragihandin.

Hat ragihandin ku Rûsyayê ev pêşnûmeya ji aliyê welatên rojavayî ve hate kirin weke "ne ya qebûlkirinê ye" bi nav kir.

Çav li rê ye ku pêşnûme di rûniştina îro de pêşkêşî dengdanê were kirin.