Rûsya çima bombeyan li QSD'ê dibarîne?

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, li ser êrîşa Rûsyayê ya li hemberî hêzên QSD'ê, ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re nivîsand.

Rûsya, ku bi navê şerê li dijî terorê kete nava şerê Sûriyeyê, destekeke mezin da rejîmê. Rûsyayê, li gorî peymanên li Astanayê bi Tirkiyeyê re kir, herêmên berfireh ji komên Îslamî yên çekdar paqij kir û destê rejîmê xurt kir. Ya dihate payin ew bû, ku pêvajoyeke nû ya bi beşdariya her kesî pêvajoyeke danûstandinê were destpêkirin û çareserî bê afirandin. Ji ber ku danûstandinên beriya niha hatin kirin dûrî ji cidiyetê bûn û ji ber ku hêzên li ser rûyê erdê tevlî nebûn, bê encam man.

Herî dawî, hevdîtinên li Astanayê bi ser neket. Ya ku dihate xwestin ew bû, ku li Astanayê rejîm û mûxalefet muzakereyê bikin. Lê belê li Astanayê tenê Îran, Rûsya û Tirkiye hene. Rejîm û mûxalefet qels in. Yên li dijî terorê şer dikin, ji xwe li Astanayê nînin.

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî nehate qebûlkirin ku Astana bibe bingeha danûstandinan. Li Sûriyeyê ji nû ve eniyên şer vebûn. Komên çekdar careke din ketin nava liv û tevgerê û li Îdlibê dest bi pêngavekê kirin. Li Îdlibê şer diqewime. Ya dihat hêvîkirin ew bû, ku El Nûsra radestî meclîseke sivîl bike, lê ev nebû. Çima ev plan pêk nehat. Ji ber ku her alî, yê din dixapîne û vê serdemê jî weke pêşbaziyekê dibîne. Her kes dixwaze plana xwe pêk bîne û bi ser bixîne.

Li pêş çavan bi hev re xuya dikin, lê bi dizî jî gora hev dikolin. Ji ber vê yekê krîz veguherî kaosê. Hêza ku bi biryardarî li dijî terorê şer dike, dixwaze herêmên ewle ava bike û Sûriyeyê demokratîk û federal bike, bêguman Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye. Di demekê de ku QSD li Dêra Zorê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi pêngavekê kiriye û Sûriye ewqasî tevlîhev bûye, ne ya qebûlkirinê ye ku balafirên şer ên Rûs bombeyan li QSD'ê bibarînin. Her kes qebûl dike û îro tenê li herêmên QSD lê serdest e aramî heye. Mirovên ji şer direvin tên van deveran û jiyana xwe li vir didomînin. Ev êrîşên Rûsyayê rê li ber koçberiyeke nû vedike û dibe ku mirov careke din berê xwe bidin Ewropayê. Ev yek dikare rê li ber rewşeke cuda veke.

Ewlehiya herêmên ji terorê hatine paqijkirin girîng e û berpirsyariyeke însanî ye. Bendewarî ew e, ku her kes bi berpirsyariya xwe rabe û xwedî helwest be. Êrîşek li dijî QSD'ê bê kirin, di berpirsyariya civaka navneteweyî de ye. Ji ber ku her kes zane, QSD ewlekariya gelek welatan dike. Roleke xwe ya bi vî rengî heye. Beriya her tiştî rola xwe ji bo paşeroja gelê Sûriyeyê heye.

Pêwîste bê pejirandin, ku gel naxwaze careke din bikeve bin serweriya rejîmê. Ji ber ku siyaseta ku rejîm dimeşîn, xizmetê ji gel re nake. Berevajî, rê li ber dijminatî û dijatiyê vedike. Ji ber ku siyaseteke tolhildanê dimeşîne, civak parçe dibe, li hember hev radibe û ev jî dibe sedema rijandina xwînê. Bi sedan malbatên ji êrîşên rejîmê û DAIŞ'ê reviyan, ji tirsa naxwazin vegerin. Dibêjin, 'eger QSD bi me re be, em ê vegerin, naxwe em ti carî venagerin'. Ev malbatên navborî ji gundên Hûms, Hama, Dêra Zor û Reqayê hatine.

Ya pêwîstî ew e ku rejîm vê rastiyê bibîne û siyaseta xwe ji nû ve binirxîne. Daxwazên gel bibîne. Siyaseta zordarî û şer çareseriyê bi xwe re nîne. Zordarî nîşaneya qelsiyê ye, bêçareseriyê ye. Divê rejîm pêwîstiya bi destûra bingehîn a demokratîk a nû bibîne.

Êrîşa li dijî hêzên QSD'ê tê çi wateyê? Çawa dibe ku êrîş li hêzeke ku axa Sûriyeyê ji DAIŞ'ê diparêze û di vê oxirê de berdêlên mezin dide, bê xistin? Li herêmên ku ji aliyê QSD'ê ve hatine rizgarkirin, gel cara yekemîn e tehma azadiyê dike û nizane vê kêfxweşiya xwe ya mezin îfade bike. Gel ji herêmên rejîm lê ye direve. Ev cudahî bi rengekî vekirî tê dîtin. Gel bi vê zane, vê cudahiyê dibîne. Herî zêde jin vê cudahiyê dibîne. Jin dibînin ku li herêmên di kontrola QSD'ê de ne azadî û wekhevî heye, li van herêman şoreşeke mezin heye. Jinên Ereb di nava sîstema hevserokatiyê de cih digirin. Li pêşberî çapemeniyê civînan dikin, xwe bi rêxistin dikin. Bi hêsanî dikarin qala zor û zehmetiyên xwe bikin, mafên xwe dikarin biparêzin û dibînin ku jin li pişt wan e.

Divê kes ji zanebûn û xurtbûna jinê netirse. Ji ber ku ev hêz bi xwe re wekhevî, edalet û aştiyê tîne. Şer diqedîne. Hevkariya navbera gelan û mirovan diafirîne, hêrsa desthilatdariyê û mulkiyetê ji holê radike. Ji ber vê yekê pêwîste desteka ji bo jinê bê zêdekirin, jin bê xurtkirin û bi rêxistinkirin. Jinên Sûriyeyî di vê mijarê de xwedî berpirsyarî ne.