Rûniştina doza li dijî piştevanên Ozgur Gundemê pêk hat

Rûniştina doza li dijî piştevanên rojnameya Ozgur Gundemê pêk hat û ji bo dawiya vê salê hate taloqkirin.

Ji ber ku tevlî kampanya 'Berpirsyariya Weşana Giştî ya Nobedar' a rojnameya Ozgur Gundemê bûn, bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kirine' der barê Nûnerê RSF ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû, Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesîn de doz hate vekirin. Rûniştina dozê li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Onderoglû û Fîncanci tevî parêzerên xwe tevlî rûniştinê bûn. Ahmet Nesîn jî ji ber ku li derveyî welat e, tevlî nebû.

Ji Rêxistina Doktoran a Navneteweyî ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî Nesmîl Ghassemloû, ji navenda Rehabîlîtasyonê û Tedawiyê ji bo Mirovên Îşkence li wan hatiye kirin a li Berlînê Mechthîld Wenk-Ansohn û ji Navenda Lênêrîna Tibî ji bo Mirovên Îşkence li wan hatiye kirin a li Bochûmê Bîanca Schmolze û Chrîstîan Cleûsters, ji bo piştevaniyê tevlî rûniştina dozê bûn.

Rûniştina dozê ji bo 26'ê Kanûnê hate taloqkirin.