Rûniştina doza Demîrtaş sibe ye

Rûniştina Doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê dîl hatiye girtin ku jê tê darezandin sibe pêk tê.

Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî jê tê darizandin wê sibê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk bê.

Rûniştin wê li salonek Girtîgeha Sincanê ya Enqereyê pêk were. Demîrtaş, di rûniştina 18'ê Tîrmeha 2018'an de sedem nîşan dabû û tevlî rûniştinê nebûbû.

Demirtaş, li bendê ye ku derbarê biryara doza 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku li gel Parlamenterê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder ku bi hev re ceza xwarin jî nixandinê bike.