Rûniştina doza Demîrtaş hate taloqkirin

Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş taloqî 13’ê Îlonê hate kirin.

Bi îddîaya ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di axaftineke li Mêrsînê heqaret li serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kiriye, doz lê hatibû vekirin.

Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê nebû, parêzerên Demîrtaş tevlî rûniştinê bûn.

Parêzeran xwestin ku bila Demîrtaş di rûniştina pêş de tevlî dadgehê bibe. Dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir.

Rûniştin ji bo ku kêmasiyên di dosyeyê de werin bicihanîn, taloqî 13’ê Îlonê hate kirin.