Rûniştina Doza Cînayeta Dînk hate taloqkirin

Rûniştina doza têkildarî qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agost Hrant Dînk hate taloqkirin.

Rûniştina 121’an a doza darezandina erkdarên dewletê ya têkildarî qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agost Hrant Dînk li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbol a Çaglayanê pêk hat. Erkdarê Midûrê Şaxa TEM’ê ya Emniyeta Samsûnê Metîna Balta bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEBGÎS) û bersûcên din jî li salonê amade bûn.

Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar da ku gotinên bersûcan ên di rûniştinên berê kirîn, di rûniştinê de guhdar kirin, lê li aliyê din gotinn esas ên derbarê Mehemt Ûçar, Mehmet Alî Ozkiliç, Metîn Yildiz û Metîn Balta yên li dijî mutalayê di rûniştina 15’ê Çileyê bê kirin.

Heyeta dadgehê biryar dar ku gotinên li dijî mutalayê û parastinên nû îro bê kirin, lê li ser nerazîbûna bersûc Hamdî Egbatan ji bo parastina dawî û parastina li gel nû bê kirin rûniştin taloqî 20’ê Çileyê kirin.