Rûniştina doza Bekir Kaya pêk hat

Rûniştina doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî di nav de 10 erkdarên şaredariyê pêk hat.

Rûniştina 6’an a Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û 10 erkdarên şaredariyê bi îdîaya di dema mudaxeleyên Kobanê de rê nedane ku tîmên agirkujiyê agir vemirînin hatibû vekirin, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Asiliyê ya Wanê pêk hat.

Di rûniştinê de tenê Bekir Kaya bi rêya SEGBÎS’ê tevlî bû. Parêzerên Kaya jî tevlî rûniştina dozê bibûn.

Kaya parastina xwe ya berê dubare kir, dadgehê jî ji bo guhdarkirina hinek şahidan doz taloqî 17’ê Hezîrana 2019’an kir.