Rûniştina doza 'akademîsyenên aştiyê' hate taloqkirin

Rûniştina doza 'akademîsyenên aştiyê' ku ji ber mohra xwe danîn binê belavoka 'em ê nebin hevparê vî sûcî' tên darizandin, ji bo 18'ê Nîsanê hate taloqkirin.

Rûniştina şeşemîn a dozê ku akademîsyen Esra Mûngan, Meral Camci, Mûzaffer Kaya û Kivanç Ersoy lê tên darizandin, li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Esra Mûngan û parêzerên akademîsyenan tevlî rûniştina dozê bûn.

Destpêkê parêzer Merîç Eyyyuboglû mafê axaftinê girt û pirsî ku Wezareta Edaletê destûr daye ku darizandin li gorî xala 301. a TCK bê kirin an na.

Piştre jî heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û biryar da ku ji Wezareta Edaletê bê pirsîn bê dosya hatiye yan na. Heyeta dadgehê rûniştina dozê ji bo 18'ê Nîsana 2018'an taloq kir.