Rûniştina Balûken: Tehliye tune, 47 sal cezayê girtîgehê hate xwestin

Rûniştina doza Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken hat dîtin. Di rûniştina ku tehliye derneketî de dozger, 47 sal cezayê girtîgehê xwest.

Rûniştina 5’emîn a doza Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê hat dîtin. Ji Balûken re cezayê girankirî yê muebetê û 18 sal ceza tê xwestin. Balûken ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Sîncanê bi riya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû. Parêzerên Balûken, parlamenterên HDP’ê Ziya Pîr û Nîmettulah Erdogmûş, rêveberên HDP’ê û malbata Balûken jî beşdarî dozê bûn.

Rûniştinê bi xwendina evraqên dosyeyê dest pê kir. Dozger ji ber hincetên “Endamê rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Li dijî qanûna civîn û meşan muxalefet kiriye” xwest cezayê ji 11 salan heta 47 salan li Baluken bê birîn.

BALÛKEN: TU YEK JÎ NE SÛC E

Pişt re Balûken mafê axaftinê girt û diyar kir ku doza der barê wî de hatiye vekirin ji hiqûqî bêtir dozek “siyasî” ye û li gel destnedana wî ya qanûnî heye jî li dijî peymanên netewî û navnetewî nêzî salekê ye dij hiqûqî darizandin pêk tê. Balûken destnîşan kir ku axaftinên wî ku bûne sedema sûc ji ber xebatên partiya siyasî ne û axaftina kiriye jî li dijî bepirsyariya qanûnçêkirinê ye.

Balûken got ku darizandina wî li dijî destûra bingehîn e û got: “Delîleke şênber ku ez pê bêm darizandin tune ye. Ez nabêjim berat û tehliye. Ez daxwaz dikim ku ev dosye bê betalkirin.”

Piştî parastina Balûken, parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr û Mesût Beştaş jî muwekîlên xwe Balûken parastin û xwestin muwekîlê wan bê berdan.

Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê bi hincetên “Ji ber delîlên şênber ên sûckirinê hene, tedbîrên kontrola edlî wê têr nekin û tedbîrên girtinê bi pîvan in” berdewamiya girtina Balûken da û doz taloqî 6’ê Kanûna 2017’an kirin.