RSF: Divê pêvajoya aştiyê di azadiya çapemeniyê de derbaz bibe
RSF: Divê pêvajoya aştiyê di azadiya çapemeniyê de derbaz bibe
RSF: Divê pêvajoya aştiyê di azadiya çapemeniyê de derbaz bibe
Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) ku weke çavdêr tevlî doza rojnamevanên doza wan li Sîlîvriyê tê dîtin, dibin balkişandin ser pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin û got: “ Pêwîste pêvajoya aştiyê di azadiya çapemeniyê de derbaz bibe.”
Nûnerên RSF’ê daxuyaniyek nivîskî dan û ragihandin ku, ew tevlî rûniştina doza 26 jê girtî 42 rojnamegerên ku di çarçoveya doza KCK’ê de tên darezandin ya 22’ê Nîsanê li Sîlîvriyê hate dîtin bûn.
RSF ku navenda wê li Parîsê ye di daxuyaniya dayî de destnîşan kir ku, “Em ji bo piştgirî dayîna rojnamevanên ku ji ber pîşeyên xwe li zindanê ne nîşan bidin û ji bo bibîr bixin ku Tirkiye niha di rewşekî pir xemgîn de ye li virin. Hempîşeyên me yên Kurd zêdetirî 15 mehin li girtîgehê ne; Mustefa Balbay û Tuncay Ozkan jî 5 salin li girîgehê ne. Nayê qebûl kirin ku girtina wan ya li girtîgehê bê dirêj kirin.”
RSF’ê da diyarkirin ku, “di dema ku di navbera hikumet û serhildana Kurd PKK’ê de hevdîtinên dîrokî yên aştiyê destpêkirine, azadiya agahiyê parçeyek ji çareseriyê ye” û xwest ku bi sererastkirina “dijminê azadiyê” û heya ku tirsa rojnamevanan ya ji ber pîşeyê xwe bikeve zindanê rabe reform bêne kirin.