Rojnameya Serxwebûnê bi hijmara 472'an derket

Hijmara 472'an a rojnameya Serxwebûnê ku di sala 40'î ya rojnameyê de weşiyayî bi manşêta, ''Dema şerê şoreşgerî yê gel e, gerîla û gelê Kurd li her deverê li ber xwe didin.''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû di hijmara dawî de li ser êrîşa dagirker a dawî ya mêtingeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê disekine. Karasû li ser sedemên êrîşa 24'ê Nîsanê disekine, li gel li ser piyan hiştina desthilata faşîst a AKP-MHP'ê her wiha, balê dikişîne ser hedefa bi serkutkirina têkoşîna azadiya Kurd hedefa stratejiya qirkirina Kurdan. Karasû her wiha şîfreyên hevdîtina bi Rêber Apo re ronî dike û dibêje bi hevdîtinê re dixwazin polîtîkaya qirkirinê jirêzê bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan ji zaroktiyê ve jiyana Rêbr Apo, li gel şertên siyasî yê wê demê bi nivîsa xwe vedibêje û diyar dike çêbûyina Rêbertî çawa civîna ser hev a kedeke mezin e.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek bersivê dide pirsên rojnameya serxwebûnê, mane û girîngiya Rêber Apo a ji bo jinên Kurd û cîhanê vedibêje.

Rûpela nîvî ya serxwebûnê weke her carê bi nivîseke Rêber Apo ye. Nivîs ji pirûka Rêber Apo ya bi navê ''Rawesta li ser sosyalîzmê rawesta li ser mirovbûnê ye'' hatiye standin, di nirxandinê de li ser têkilî-nakokiyên bi DYE'yê re wê çawa bin, dema me ya niha ronî dike. Her wiha di analîzê de Rêber Apo ceribandinên sosyalîzmê bi berfirehî dinirxîne, perspektîfa teorîk, jiyanî ya sosyalîzma demokratîk datîne.

Di nivîsekeke dî de ya Rêber Apo ku ji bo salvegera 72'an a bûyinê hatiye dayin, Rêber Apo civakîbûna xwe çawa afirandiye, hêlên vê yên felsefîk û lêgerîna li azadiyê bi berfirehî hatiye vegotin.

Nivîskarê rojnameyê Cemal Amed di nivîsa xwe de dibêje, ''Rojeva gelê Kurdistanê û Tirkiyê ne girtina HDP'ê, hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê ye.

Cîhan Erbaş di nivîsa xwe de li ser ceribandina Xweseriya Demokratîk a ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, disekine.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozar Avesta rastiya Şengalê û berxwedana li dijî qirkirinê vegot. Avesta diyar dike Êzîdî cara pêşî ye ku bi pêşengiya Rêber Apo bi baweriya bi tevgera azadiyê rêxistiniya têkoşîna xswe kiriye.

Di vê hijmarê de li ser Enver Polat jî hatiye nivîsin, ku di çapemeniya Kurd de xwedî cihekî girîng bû û di rojnameya Serxwebûnê de ked dabû û 11'ê Nîsana 1998'an şehîd bûbû.

Di berga dawî ya rojnameyê de resmê Dalokay Şanli (Sînan Dersim-Mîrxan) li gel helbestekê hatiye dayin, ku Sînan Dersim, 27'ê Cotmeha 2020'an şehîd bûbû.