Rojnamevanên binçavkirî bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin
6 rojnamevanên ku di 17'ê Çileyê de ji aliyê polîsên Tirk ve li Stenbolê hatin binçavkirin, bêyî îfadeya wan bê wergirtin bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.
6 rojnamevanên ku di 17'ê Çileyê de ji aliyê polîsên Tirk ve li Stenbolê hatin binçavkirin, bêyî îfadeya wan bê wergirtin bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.
Rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Rayhan Hacioglû û Vedat Oruç di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin.
Rojnamevanên ku îro şandibûn edliyeyê, bêyî wergirtina îfadeya wan li dozgeriyê bi daxwaza girtinê radestî dadgeriyê hatin kirin.