Rojnamevanê Swîsreyî: Li Kobanê moral bilind e
Rojnamevanê Swîsreyî: Li Kobanê moral bilind e
Rojnamevanê Swîsreyî: Li Kobanê moral bilind e
Rojnamevanê Swîsreyî Kurt Pelda yê çû bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistan ê di bin êrîşeke zêde ya DAIŞ de ye, çavdêriyên xwe ji kanala televîzyona dewletê re vegot. Pelda got, "Li Kobanê moral bilind in, Kurd amade ne ji bo vî bajarî bimirin.”
Rojnamevan û xebatkarê televîzyona dewletê ya Swîsre Kurt Pelda yek ji nûçegihanê şer ê navdar ê Ewropa ye. Pelda yê 30 salan li Afganistan, Darfur, Libya û herî dawî li Sûriyeyê di gelek eniyên şer de rojnamevantî kir rojên buhrî çûbû bajarê Kobanê yê ji 15’ê Îlonê ve di bin êrîşeke zêde ya çeteyên DAIŞ de ye.
Pelda yê çavdêriyên xwe yên Kobanê ji SRF re vegot, Pelda got ku DAIŞ çend kîlometreyan nêzî bajêr bûye, lê belê Kurd bi berxwedaneke mezin bersiv didin. Pelda da xuyakirin ku fûzeyên li Kobanê dikevin zerarê didin bajêr û got, "Dema em li wir bûn dukanên li bajêr vekirîbûn. Heta car caran di rêyan de trafîk jî hebû.”
Pelda bi bîr xist ku artêşa Iraqê di nav çend saetan de Mûsil radestî DAIŞ kir û got, "Lê belê ev du hefte ne Kurd ji bo Kobanê nedin di nav berxwedanê de ne.” Rojnamevanê Swîsreyî anî ziman ku asayîşa ku ewlekariya bajêr digire ji bo rojnamevanên biyanî her cure derfetan nîşan dide.
Rojnamevan Pelda got, "Moralê gel bilind e û ji bo parastina bajarê xwe ji mirinê re amade ne.” Pelda da xuyakirin ku dema ji Kobanê derketine sînorê Tirkiye-Sûriye êdî pir bi talûke dibû û da xuyakirin ku cenazeye kesekî ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû kuştin dîtin.