Rojnamevan Sûat Karagoz hate destgîrkirin
Rojnamevan Sûat Karagoz di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê hate destgîrkirin.
Rojnamevan Sûat Karagoz di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê hate destgîrkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Wanê de rojnamevan Sûat Karagoz doh bi şev li navçeya Esenyûrt a Stenbolê li mala xwe hate destgîrkirin.
Karagoz ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê hiştin, wê bibin Wanê.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem li Wanê, A. Mûrad Karakaş li Edeneyê, Mizgîn Fendîk li Îzmîrê, Ferhat Dûman jî li Mersînê hatibûn destgîrkirn. Kesên destgîrkirî biribûn Wanê.