Rojnamevan Polat bi şertê qedexeya neçûna derve hate berdan
Xebatêkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Polat bi şertê qedexeya neçûna derve hate berdan.
Xebatêkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Polat bi şertê qedexeya neçûna derve hate berdan.
2’yemîn rûniştina xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi BHQ’ê ya qeyûm hate wezîfedarkirin û Bariş Polat ê 7 meh in girtiye, li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Dîlokê pêk hat. Polat, parêzerê Polat Ahmet Hartavî û malbata Polat beşdarî rûniştinê bûn.
Polat piştî danasîna nasnameyê parastin kir û wiha got: “Di îdîanameyê de tiştek ewqas cîdî tine ye. Rojnameya min belav dikir fermî bû. Di warê qanûnî de rojname firotin ne sûc e. Hevdîtinên min ên bi telefonê bi hevalên xwe re kirine. Sûc hatine dîtin. Lê di hemûyan de jî delîlên sûc tine ye. Tu eleqeya min bi rêxistinê re tine ye û min ti caran propagandeya rêxistinekê nekir.”
‘ROJNAME FERMIYE’
Piştre Parêzer Ahmet Hartavî parastin kir û wiha axivî: “Rojnameya muwekîlê min belav dikir ne dij qanûnî bû. Rojnameyek fermî bû. Ji xwe muwekîlê min ne berpirsê naveroka wê ye. Karê wî belavkirina rojnamê ye. Di îdîanameyê de peyva ‘Heval’ û stranên Kurdî weke delîlên sûc hatine nîşandan. Lê yek ji van jî ne sûc in. Ez dixwazim muwekîlê min bê berdan.”
BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ HAT BERDAN
heyeta dadgehê, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat Polat berda û rûniştin taloqî 20’ê Nîsana 2019’an kir.