Rojnamevan Oynaş ji ber 'poşmantiyê' qebûl nake cara 4'an nehate berdan

Rojnamevan Dîlan Oynaş ku 6 sal in li girtîgehê dîl tê ragirtin, ligel ku ‘cezayê’ wê bi dawî bûye jî nehat berdan û cara 4’emîn e berdana wê tê taloqkirin.

Rojnamevan Dîlan Oynaş a ku ji sala 2016'an û vir ve bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan a Enqereyê girtî ye, tevî ku di 26’ê Nîsana 2022’yan de "cezayê wê qediya" jî dîlgirtina wê bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê li girtîgehê berdewam dike.

Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ku Oynaş di 27 'ê Nîsana 2022'yan de bi hinceta 'di rewşa baş de nîne' nehate berdan, cara duyemîn di 21'ê Tîrmeha 2022'yan de serbestberdana wê nirxand. Lê belê vê carê jî bi hinceta ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye, serbestberdana wê 6 mehên din hate dirêjkirin. Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya ku di 21’ê Çileyê de cara sêyemîn civiya, bi hinceta cezayê dîsîplînê li Oynaş hatiye birîn, cara sêyemîn jî serbest berdana wê asteng kir.

Dîsa duh (27’ê Adarê) Desteya Rêvebir û Çavdêriyê ya ku cara çaremîn civiya, ji ber ku careke din ferzkirina "poşmaniyê" qebûl nekir, 6 mehan berdana Oynaş dîsa asteng kir.

Deste wê di 29’ê Nîsanê de bicive û careke din biryarê bide.