Rojnamevan Gok dîsa nehate berdan

Di rûniştina doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê rojnamevan Abdurrahman Gok de biryara ‘girtîbûna wî bila bidome’ hate dayîn û Gok nehate berdan.

Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok di 25’ê Nîsanê de di serdegirtina mala xwe de hatibû destgîrkirin û piştî çend rojan hatibû girtin. Derbarê Gok de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” doz hatibû vekirin.

Rûıniştina ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Gok dîsa nehate berdan û dadgehê biryara berdewama girtina Gok da.

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 5’ê Kanûnê kir.