Rojnamegerên rastî şîdeta polîsa hatin serlêdana sûc kirin

Rojnamegerên rastî şîdeta polîsa hatin serlêdana sûc kirin

Rojnamegerên di berxwedana Gezî de rastî şîdeta polîsan  hatin serlêdana sûckirin.

Kedkarên çapemeniyê yên di prostoyên Parqa Gezî de rastî şîdeta polîsan hatin li Edliyeya Çaglayanê serlêdana sûckirin. Serokê Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmu da zanîn ku  herî kêm 28 xebatkarên çapemeniyê dema bûyer dişopandin birîndar bûne û hat diyar kirin ku hinek rojnameger bi zanebûn hedef hatine girtin û got: “Herî kêm 22 rojmeger hatin derb kirin, rastî heqeretanhatine. Her wiha 14 heb jî hatine binçavkirin.

Durmuş destnîşan kir ku di dema berxwedanê de saziyên desthilatdarî nerehet kirine, operasyon li hemberî wan pêk anîne û wiha got: “Yek ji rojnameya Atilimê, ye ji Radyoya Ozgur li malên xwe di serdegirtinan de hatin binçavkirin. Hemû Arşîvên Ajansa Guneş ku karê teknîkî yên rojnameya Atilim û Ajansa Etnîk dikin hatin desteserkirin. Dema bi ser ajansê de girtin du rojnamegerÊn jin li avahiyê 14 saetan hatin girtin û ew tazî lêgerîn kirine. Ev bîlançoya ku tenê sendîkaya me ya Stenbolê tespîtkirine bi van navan ne sînore û şerma herî mezine.  Rastî tên çewisandin, ji gel tên veşartin.

Durmuş di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di serî de Waliyê Stenbolê û Midûriyeta Polîsan û hemû rayedarên dewletê yên ji vê  berpirsyariy divê ji peywirê bên girtin û derxînin pêşberî darazê.

Durmuş wiha pê de çû: “Ez bang li hemû patronên çapemeniyê û rêveberan dikim. Herî kêm 28 rojnameger birîndar bûn. Kedkarên çapemeniyê ji ewlehiya kar bêpar dixebitin. Divê tedbîrên ewlehiya kar bên girtin. Divê hemû karkerên çapemeniyê li dijî zextan têbikoşin.”

Ji sendîkaya rojnamegerên Alman Mîchael Backmund jî axivî û got: “Di rojên dawî de me geşedan bi fikar temaşe kir. Me sosretiya Tirkiyeyê dît. Li dijî rojnameger, doktor û parêzeran şîdeta tund pêk hat. Ev li dijî peymana navnetewiye.”